Pergala Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelan e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, bi onlîne beşdarî bernameya Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya li Amedê bû û got: “Di salên şoreşê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pergala Rêveberiya Xweser ji bo ereb, suryanî û hemû pêkhateyên din bûye pergala jiyana demokratîk.”

1 deqe xwendin
Pergala Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelan e

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, bi panela li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûrê ya Amedê, bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hamîtogullari, endam û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, endamên partiyên siyasî û sivîl û gelek kes amade bûn. Ewil Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya onlinê axivî û diyar kir ku gava mirov li dîroka avabûna dewletan dinihêre dibîne ku sîstema dewletneteweyê bi giştî li ser yek reng, yek ziman û yek neteweyê hatiye avakirin û got: “Ev nêzîkatiya dewletan, ji ber encamên xwe yên ferzkirina şêwazekî yekrengî, bûye sedem ku di navbera civakan de nakokiyên kûr derkevin. Krîzên ku îro derdikevin holê; krîza aborî, ziman, bawerî, siyasî û hemû girîzên din vedihewîne. Sûriye mînaka vê yekê ye. Di encama vê pegala yekparêz de, krîzeke pir kûr di hundirê Sûriyeyê de tê jiyîn. Di vê dawiyê de, bi şerê ku qewimî, hem şerekî navxweyî pêk hat û hem jî ji derve destwerdan çêbûn. Sûriye rastî wêraniyeke mezin hat. Bi salan e ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hewldan hene.”

‘Sûriye bi parastina mafên kurdan dikare ji krîzê derkeve’ 

Îlham Ehmed destnîşan kir ku divê dewlet li hundirê xwe, pergala xwe bi rengekî ku bikaribe mafê hemû pêkhate, bawerî û zimanan biparêze û wiha berdewam kir: “Divê feraseta tekparêz bê guhertin. Ji bo ku mirov bikaribe vê yekê pêk bîne û jiyaneke wekhev ava bike, divê hemû rengên civakê, ziman û bawerî, xwe tê de bibînin. Her kes bikaribe çanda xwe bijî, zimanê xwe biparêze û bi nasnameya xwe ya azad di nav vê sîstemê de cih bigire. Heke mafên neteweyî, ziman û çandî neyê dayîn û asîmîlasyon û înkarkirin berdewam bike, dê krîzên demdirêj careke din derkevin holê. Di van salên dirêj ên şoreşê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser derketiye pêş. Ev pergal, wekî projeyekê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ereban, Suryaniyan û hemû pêkhateyên din bûye sîstemeke hevpar a jiyana bi hev re. Lê belê, ji bo misogerkirina van mafan û çareseriyeke mayînde, pêwîstî bi destûreke nû heye. Destûreke demokratîk ku ne li ser bingeha neteweperestiyê, lê li ser bingeha ‘neteweya demokratîk’ û naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bê amadekirin. Ger destûreke bi vî rengî neyê nivîsandin û mafê Kurdan û pêkhateyên din di bin ewlehiyê de neyê girtin, Sûriye nikare ji vê krîzê derbikeve.”

‘Ev forûm gelekî watedar e’

Piştî axaftina Îlham Ehmed Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hamîtogullari axivî û got: “Di nava 5 rojan de; ji bo çanda jiyana hevpar, aştî û demokrasiyê, ji bo tesîskirin û mayîndebûna aştiya civakî ya li ser van xakan, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermendan nêrînên cihêreng dan nîqaşkirin û li ser rêbazên cuda axivîn. Bêrî niha bi demeke kurt em beşdarî panelekê bûn û bi rastî jî paneleke gelekî xweş bû, ji ber ku asoveker bû. Ji ber ku nihêrîna li aştiyê ya ji eniyeke din bû. Ji ber ku li aştiyê nihêrîna ji çavê hunermendekî, ji çavê lîstikvanekî, ji çavê muzîkjenekî û bilêvkirina zimanê wê bi peyv û notayên wê çawa dibe; di vê forûmê de xebata vê yekê hate meşandin. Bi vê wateyê jî ev forûm gelekî watedar e.”

‘Tirkiye neqebeke dîrokî de ye’

Tulay Hamîtogullari destnîşan kir ku Tirkiye bi pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk teşe digire û wiha pêde çû: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, hin gavên hatine avêtin hene. Lê hûn jî pir caran dibihîzin ku bi taybetî di van çend hefteyên dawî de ev gav li hin xalan asê mane. Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke dîrokî ye. Tirkiye di çerxerêya derfeteke dîrokî de ye. Li vê çerxerêyê aştî, demokrasî û hiqûq heye. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe û ev çerxerê rast bizîvire, di dema xwe de avêtina gavên rast gelekî jiyanî ye. Sîgorteya aştiyê hiqûq e, misogeriya wê jî demokrasî ye.

‘Ji bo statuya Birêz Ocalan gav şert e’ 

Tulay Hatîmogullari herî dawî wiha got: “Divê ji bo sererastkirinên qanûnî û hiqûqî gav bên avêtin. Divê ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo pêkanîna biryarên DMMEyê û ji bo berdana gelek girtiyên siyasî, rojnameger û nivîskaran gav bên avêtin. Divê ji bo statuya Birêz Ocalan gav bê avêtin. Gav avêtin karekî wêrekiyê ye. Karekî jidil û baweriyê ye. Di heman demê de karekî hişmendiyê ye.” 

Piştî axaftinan forûm bi dawî bû.