Mamosteyên zimanê kurdî rewşa ziman niqaş kirin
Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî li dar xist. Di sempozyumê de mamosteyên zimanê Kurdî li ser rewşa ziman axivîn.

Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî li dar xist. Di rûniştina duyemîn a bi sernavê “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” de moderator Ferhan Aslan, nivîskar Bahoz Baran mijara “Perwerdehî û Rewşa Zimanê Kurdî” û Lêkolînerê SAMERê Serhat Temel mijara “Rewşa Zaraveya Kirmanckî ya Ewroyîne û Ameyoxê Zaravaya Kirmanckî” gotûbêj kirin.
‘Divê em xwedî polîtîka bin’
Ewilî Bahoz Baran axivî û diyar kir ku agirê ku bi mala kurdan ketiye bişavtin e. Bahoz Baran destnîşan kir ku kurd neçarin ku weke netewe bifikirin û got: “Îro bişavtin li gelek bajaran bi ser ketiye. Dema ziman diçe, rihê neteweyî jî diçe û hemû xebatên li van bajaran encam nagirin. Heke ziman erzan be her tişt bi ziman re erzan dibe. 200 sal beriya niha Kurd li gundan bûn û pirsgirêkeke wan ya bişavtinê nebû. Lê niha Kurd li bajaran in û divê em li gorî vê polîtîkayên xwe çêbikin. Li Amedê dema yekî/ê Kurdî diaxive dibînin kêfa me tê. Rewşa me ewqas nebaş e. Dem, mekan guherî, gelo em Kurd jî guherîn?”
‘Kirmanc weke firêz tên dîtin’
Lêkolîner Serhat Temel bi zaraveya kirmanckî axivî û bal kişand ser siberoja zaraveya kirmanckî. Serhat Temel detsnîşan kir ku li bakurê Kurdistanê yên bi zazakî diaxivin weke firêz tên qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar hwd. hemû civak Kirmanckî weke zaraveyê duyemîn dibînin. Lewma ez dikarim bibêjim ku kurmancî ji ber xebatan xwe ji tunebûnê xelas kiriye, lê Kirmançkî hê jî di bin xetereya tunebûnê de ye. Hemû enerjiya me divê ji bo paratina Kirmançkî be.” Ev beş bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Rûniştina duyemîn bi beşdariya mamosteyên ji Rojava berdewam kir
Dû re rûniştina sêyemîn û ya dawî ya îro bi beşdariya akademîsyenên Rojava berdewam kir. Mamosteya zimanê Kurdî Mîzgîn Hesen mijara “Rewşa Zimanê Kurdî li Rojava” û mamosteya zimanê Kurdî Gulîstan Îsmaîl mijara “Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” bi rêya Zoomê beşdar bûn û gotûbêjkirin.
‘Di navbera 2011an û 2025an de li Rojava ronesansa Kurdî bû’
Mizgîn Hesen di destpêka axaftina xwe de xemginiya xwe ya dûrbûnê anî ziman û got ku ew sînorên di navbera Kurdan de nahêle Kurd werin cem hev. Mizgîn Hesen derbasî mijara xwe bû û dahatuya rewşa zimanê Kurdî ya li Rojava vegot û wiha axivî: “Piştî Şoreşa Rojava dewleta Suriyeyê li bajarên Kurdan lawaz bû û me jî weke SZK ev derfet bikaranî û li dibistanan bi cîh bûn. Gelek materyalên hînkirina ziman jî ji Mexmûrê hatin û me bi wan dersên Kurdî dan. Li Rojava di 2015an de Zanîngeha Efrinê, di 2016an de Zanîngeha Rojava, di 2017an de Zanîngeha Kobane û di 2020an de jî Zanîngeha Şerqê ku li Reqayê hatin vekirin. Di navbera 2011an û 2025an de li Rojava ronesansa zimanê Kurdî bû.”
‘Kurd ji bo Kurdî di têkoşîneke mezin de ye’
Herî dawî Gulistan Îsmaîl jî bal kişand ser nebûna statuya zimanê Kurdî ya li pêşiya Şoreşa Rojava û wiha got: “Kurdan mafê xwe yên bingehîn di bin şert û mercên xeter de jî parast û bi veşartî zarokên xwe hînî Kurdî dikirin. Piştî şoreşê perwerdehiya bi Kurdî hat destpêkirin û mamosteyên Kurdî hatin gihandin. Li Rojava gel, mamoste û xwendekar ji bo zimanê Kurdî di têkoşîneke mezin de ye û herkes ji bo Kurdî li ser pêyan e. Em dixwazin di hemû sazî û dezgehên Suriyeyê de Kurdî bibe zimanê fermî.”
Piştî axaftinan beşdaran pirsên xwe kirin û roja yekem ya sempozyûmê bi dawî bû.
Wê sibê jî di navbera saet 10:00 û 15:00an de bi moderatoriya mamosteyê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav, Dr. Îsmaîl Necmedîn Zengene yê ji Silêmaniyê hatî mijara “Doxî zimanê Kurdî; Weke Zimanî Yasa û Dadwerî li Herêma Kurdîstan de” û akademîsyen Azad Weledbegî yê ji Hewlêrê hatî mijara “Rewşa Zimanê Kurdî di Perwerdehiya Hiqûqê de li Kurdistanê; Derfet û Astengiyên Wê” pêşkêş bikin.


