Parêzgarê Hesekê şandeyek NYyê pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê şandeyek NYyê bi serokatiya gerînendeya nivîsgehê li Sûriyeyê pêşwazî kir. Di hevdîtinê de mekanîzmeya bicihanîna proseya qeydkirina nasnameyên welatiyên kurd û rêveçûna entegrasyonê hat nîqaşkirin.

1 deqe xwendin
Parêzgarê Hesekê şandeyek NYyê pêşwazî kir

Li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Parêzgeha Hesekê, Parêzgarê Nûredîn Ehmed îro şandeyek ji Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi serokatiya gerînendeya nivîsgehê li Sûriyeyê Hûma Xan pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de gelek mijarên girêdayî rewşa mafên mirovan li parêzgehê hatin nîqaşkirin. Parêzgar heyî nirxandin û bal kişand ser girîngtirîn astengî û hewldanên ji bo başkirina wan.

Her du aliyan di civînê de li ser mekanîzmeya bicihanîna projeya qeydkirina nasnameyên welatiyên kurd ên li parêzgehê axivîn. Li kêleka wê jî rêveçûna proseya entegrasyonê hat nîqaş kirin.