Parêzeran bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin pêk anîn

Li Stenbolê duh polîs avêtibû li ser gelek malan û 46 kes binçav kirin. Dozgerî ji bo binçavkiriyan qedexeya hevdîtinê ragihandibû. Piştî 24 saetan parêzeran bi 46 binçavkiriyan re hevdîtin pêk anî. Tê payîn ku dê îfadeyên binçavkiriyan sibê li midûriyeta polîsan dest pê bike.

1 deqe xwendin
Parêzeran bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin pêk anîn

Berî 1ê Gulanê li Stenbolê duh operasyoneke berfireh hate pêkanîn. Polîsan avêtibû li ser gelek malan û di serdegirtina malan de ji endam û rêveberên ESP, SYKP, Înîsiyatîfa Xwendekaran, SMÎ, SODAPê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û xwendekarên Partîzanê 46 kes binçav kirin. Dozgerî piştî binçavkirinê qedexeya hevdîtinê ragihandibû.

Parêzeren Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) diyar kir ku piştî 24 saetan, wan bi 46 kesan re hevdîtin pêk aniye û dan zanîn ku dê îfadeyên binçavkiriyan li emniyetê sibe bên girtin.

Li gorî agahiyan, piştî operasyon 2 lêpirsîn hatine destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsînek sala 2025 lêpirsîna din jî 2026an hatiye destpêkirin.