Nûnerên MEBYA-DERê gora Vedat Aydin ziyaret kirin
Endam û Rêveberên MEBYA-DER û partiyên siyasî, bi munasebeta Cejna Qurbanê gora Serokê HEPê Vedat Aydin ziyaret kirin û diyar kirin ku dê li têkoşîna wan xwedî derkevin.

Endam û nûnerên MEBYA-DERê û nûnerên partiyên siyasî, bi munasebeta Cejna Qurbanê gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê û gelek gorên din ziyaret kirin. Piştî duayên, hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û got: “Di şexsê Vedat Aydin de em cejna hemû Kurdistanê pîroz dikin. Em minetdarên wan in, em ê ji bo wan têbikoşin. Em bang li Wezareta Dadê dikin, gotin ku em ê dosyayên kiryar nediyar vekin. Heke ku dosyayan vekin, bila hemû dosyayên ku ji salên 80’yî heya 91’an, ji wê rojê heya îro hatine girtin vekin. Em kujeran nas dikin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî da zanîn ku kujer tên zanîn û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Koma nûner û rêveberan li goristanê gor ziyaret kirin û qurnefil danîn ser goran.


