NÛJINHA: Êrîş siyasî ye
Rêveberiya Ajansa NÛJINHAyê têkildarî êrişên sîberî yên li dijî ajansê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîş siyasî ye.

Rêveberiya NÛJINHAyê der barê êrişa sîberî ya duh li dijî wan pêk hat daxuyanî dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
" Di êrişa sîber a duh êvarê li dijî ajansa me çêbû de, gelek nûçeyên ku di servîsên me yên Farsî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin, hatin jêbirin û weşana me demek rawestiya. Di van kêliyên ku koma berpirsyariya êrişê girt ser xwe, gefên xwe didomîne de, em careke din teqez dikin: Tu êrişa ku dengê jinan, têkoşîna heqîqetê û rojnamegeriya azad bike hedef, wê negihîje armanca xwe; Tevî gefan jî em ê weşana xwe bidomînin.
Komeke sîber ku xwe weke “Hanzala” û “Eksena Berxwedanê” pênase dike, bi daxuyaniyên xwe yên ku belav kirin gef li Kurdan, saziyên Kurdan û ajansa me xwarin. Di daxuyaniyên mijara gotinê de ne tenê gotinên nefretê, gefên vekirî yên li ser çalakiyên rojnamegeriyê jî hene.
Di encama êrişa sîber a li dijî ajansa me de, gelek nûçeyên ku di servîsên me yên Farisî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin hatin jêbirin, binesaziya me ya teknîkî hat hedefgirtin û weşana me bi demkî hat rawestandin. Bi saya hewldanên dijwar ên tîmên me yên teknîkî, weşanên me hatin sererastkirin.
Grûpa ku berpirsiyariya êrişê girt ser xwe, paşê di peyamên weşandî de diyar kir ku êrişên sîberî yên li dijî ajansa me dê berdewam bikin û bi îdiaya ku agahdariya cihê saziya me di destên wan de ye, gefên xwe berdewam kirin. Di daxuyaniyên weşandî de gotinên ku gelê Kurd û saziyên wê hedef digrin û her wiha retorîkên tehdîdkar ên der barê pêşketinên siyasî û leşkerî yên li herêmê de hebûn.
Êrîş siyasî ye
Em vê êrişê tenê wekî êrîşek li ser malperek an binesaziya teknîkî nabînin. Ev êriş manevrayek siyasî ye ku dengê jinan, têkoşîna wan a ji bo rastiyê û rojnamegeriya serbixwe hedef digre. Ne tesaduf e ku em, wekî ajanseke ji bo dîtina ezmûnên jinan li seranserê Rojhilata Navîn û ji bo zêdekirina dengê jinên ku hedefên şer, tundî, newekhevî û polîtîkayên serdest ên mêran in dixebitin, dibin hedef.
NÛJINHA ajanseke nûçeyan e, bi têgihîştina rojnamegeriya jinan a serbixwe, demokratîk û azadîxwaz dixebite. Xeta me ya edîtorî ew e ku ezmûn, têkoşîn û rastiyên jinan bike navenda xwe, dengê kesên ku nayên bihîstin ragihîne û şahidiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bike. Ji bo me, rojnamegerî ne tenê ji bo ragihandina nûçeyan e, di heman demê de ji bo îsrarkirina li ser lêgerîna rastiyê û xuyakirina dengê jinên ku di siya şer, zilm û newekheviyê de mane ye. Ji ber vê yekê, em her êrişa li ser ajansa xwe ne tenê wekî êrişek li ser saziyeke medyayê dibînin, di heman demê de êrişek li ser azadiya ramanê ya jinan, mafê wan ê agahdariyê û nirxên civaka demokratîk jî dibînin.
Medya êrîşê rewa dike
Xaleke din a ku fikaran çêdike ew e ku li şûna rexnekirina vê êrişê yan jî wekî gef li ser azadiya çapemeniyê, hinek dezgehên medyayê bêyî ku wan bipirsin, daxuyaniyên koma ku êriş pêk aniye belav dikin û wekî çîrokeke serkeftinê yan nûçeya operasyonek pêşkêş dikin. Pêşkêşkirina êrişek li ser dezgeheke medyayê bi zimanê propagandayê ji bo dubarekirina retorîka êrişkaran û belavkirina hedefgirtinê xizmet dike.
Erka rojnamegeriyê ne rewakirina gefan e, eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiyek ku zimanê êrişkaran dubare dike li şûna ku hevgirtinê li hemberî êrişên li ser dezgehên medyayê nîşan bide, zirarê dide azadiya çapemeniyê û etîka rojnamegeriyê.
Em ê weşana xwe berdewam bikin
Wekî NÛJINHA, em careke din teqez dikin: Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êriş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.
Em ê teslîmî gefan nebin; em ê berdewam bikin, bibin dengê azadiya jinan."


