Piştî 32 salan serbest hat berdan

Aygul Kapçak piştî 32 salan girtî ma. Aygul Kapçak ji Girtîgeha Jinan a Şakranê serbest hate berdan.

1 deqe xwendin
Piştî 32 salan serbest hat berdan

Aygul Kapçak piştî 32 salên ragirtî ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan. Aygul Kapçak, di sala 1995an de li Dêrsimê hat binçavkirin û girtin. Piştî hat girtin, li girtîgehên Elbîstan, Meletî, Sêwas, Amasya û Şakranê hate girtin. Aygul Kapçak diviya hefteya borî bihata berdan, bi hinceta silav daye xizmên girtiyên din ên hatibûn hevdîtinê, berdana wê hatibû taloqkirin.

Tevî malbatê, Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Alîaga, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Aygul Kapçak pêşwazî kirin.

‘Mezinkirina têkoşînê berpirsyariya me hemûyan e’

Aygul Kapçak piştî hatiye berdan axaftinek kurt kir û wiha got: “Ji ber hatime berdan kêfxweş im lê belê Rêberê me, hevalên me di girtîgehê de ne. Lewma di vê hêlê de nikarim zêde kêfxweş bim. Ew jî dê bigihijin azadiya xwe em ji vê piştrast in. Di van şert û mercan de derketin ji bo min serfirazî ye. Xeyalên me pêk hatin. Di hêla têkoşîna me daye de vê rûmetê jiyîn pir hêja ye û mezinkirina têkoşînê qerê me hemûyan e. Tevî vê pêvajoyê rêveberiya girtîgehê bi awayeke keyfî nêzî me dibe û ev jî cihê ku me vala hiştine nîşan dide. Lewma mezinkirina vê têkoşînê berpirsyariya me hemûyan e.”