Nivîseke Mucteba Weiysî
Di rêya armanc û azadiyê de, eger biryar be kesek can û bihayê wê bide, bê dudilû dixwazim ew kes ez bim. Wê azadî û wê serkeftinê naxwazim ku encama nerazîbûn û şerê kesên dine.

Ji bo rizgarkirina kesekî/ê ku dixeniqe, bê dudilî xwe diavêjim nava avê, eger bi bihayê canê min be.
Ji bo rizgarkirina canê heywanekî/ê, darek an mirovekî/ê ku di nav agir de maye, ezê xwe bavêjim nava agir, eger bişewitim jî.
Zulm û bêedaletî min hêrs dike, agir berdide canê min, radibim û şer dikim, bihayê wê çibe jî.
Gava ku mirovekî bêçare û hewcedarê alîkariyê dibînim, xwe didim ber av û agir da ku li gorî şiyana xwe girêkekê ji karê wî/ê vekim.
Di rêya armanc û azadiyê de, eger biryar be kesek can û bihayê wê bide, bê dudilû dixwazim ew kes ez bim. Wê azadî û wê serkeftinê naxwazim ku encama nerazîbûn û şerê kesên dine.
Heta ku ji destê min tê di her qonaxeke jiyanê de hewl didim edaletê pêk bînim, ma çi peywendiya min bi wan tiştan re heye! Lê nizanim çima eger li hember van karan bêdeng bimînim û karekî jî nekim, ji xwe nefretê dikim. Çima hest bi zîrekiyê nakim ji ber ku xwe û berjewendiyên xwe nexistine metirsiyê?
Ne tenê hesta hişmendî û siyasetmedariyê li ba min çênabe, belku difikirim kesekî ehmeq im, ehmeqekî şermzar û bê kêr!
Kesekî ku ji bêşiyaniyê li mirina mirovahiyê dinêre. Eger hemû dinya min weke bazekî bibîne ma çi fayde?
Gava ez bi xwe dizanim ku qelaş im. Kesê ku bi rastî û dilpakî jiyabe, nikare xwe bixapîne. Lê gava ku çavên xwe li ser hesab û qazanc û ziyanê dadixim û hebûna xwe li ser datînim; Hingê di hundirê min de agirek vêdikeve ku dibe germiya jiyan û dinyaya min, û canê min aram dibe.
Ev tişt ne tenê bi min ve girêdayî ne, belku sedemên zindîbûna min in. Erê, ez ji xwe, ji jiyan û dinyayê bi vî rengî hez dikim.
Berxwedan wate jiyan.
Mucteba Weysî û Meysem Weysî du birayên Yarsan di 28ê Gulan a 2026ê de li gundê Kela Kihoş a Dalaho ya Kirmanşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamiya Îranê hatine şehîd kirin.
Ev du bira çalakvanên medenî, xwezaparêz, damezrênerên pirtûkxaneyekî li gundê Dolêdirêj ji bo zarokên gund bûn.
Ji farsî: Dêrsim Oremar


