Nirxandinên Karayilan û pêvajoya aştiyê

Di encam de, Karayilan dema pêvajoyê dinirxîne û rexneyan li helwesta dewletê digire tîne ziman ku di destê wan de alternatîfên cuda jî hene. Dibêje ku ew ji bo aştiyê dixebitin, lê li hemberî her cure êrişên ku hebûna wan tehdît dikin, ew amade ne xwe biparêzin.

1 deqe xwendin
Nirxandinên Karayilan û pêvajoya aştiyê

Di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, hin qonaxên qonaxên pir girîng hene. Di van qonaxan de asta têkoşînê bi guhertina hişmendî û stratejiyan tên naskirin.

Nirxandinên dawî yên endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan nîşan didin ku em niha di navenda qonaxeke bi vî rengî de ne. Karayilan bi hûrgulî behsa girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan a 27ê sibata 2025an a Aştî û Civaka Demokratîk dike û dibêje Tevgera Azadiyê jî bi biryareke dîrokî bersiv da vê bangê. Lê, di vê qonaxê de pirsa herî girîng ev e: Gelo çima dewleta tirk li hemberî vê îradeya aştiyê ya ku hemû xeterî dane ser milê xwe, bêdeng e û gavan naavêje?

Naveroka nirxandinên Karayilan nîşan dide ku aliyê kurd ji bo çareseriyê gavên pêwîst avêtine. Ev ne tenê rawestandina şer, lê di heman demê de guhertina nasnameya siyasî ya tevgerekê ye. Bi taybetî kongreya 12emîn a PKKê û qebûlkirina Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk li şûna manifestoya şoreşa klasîk, nîşan dide ku aliyê kurd amade ye di nav sînorên Tirkiyeyê de bibe hêzeke siyaseta demokratîk û sivîl. Merasîma şewitandina çekan a di 11ê tîrmehê de û paşvekişandina hêzên gerîla, di rastiyê de îsbatkirina wê yekê bû ku ev pêvajo ji bo kurdan ne manevrayeke taktîk, lê biryareke stratejîk û vegereke dîrokî ye.

Lê, bersiva dewletê li hemberî van hemûyan di nav nediyariyê de maye. Karayilan balê dikişîne ser wê yekê ku hikûmeta AKPê di meha nîsanê de banga derxistina yasayan kiribû, lê di pratîkê de ti gav neavêt. Sedema sereke ya ku dewlet gavan navêje, mirov dikare bi tirs û hesabên piçûk ên rojeva hilbijartinê ve girêbide. Dewlet hîn jî dixwaze pirsgrêka kurdî wekî amûrekê ji bo xurtkirina eniya navxweyî bi kar bîne. Lê li hemberî vê jî naxwaze bi derxistina yasayan, statu û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bide. Daxwaza "berê çekan deynin, paşê em yasayan derxin", mirov dikare wekî "aqilê ewlehîparêz" pênase bike ku ev yek di rastiyê de ne çareserî, lê ferzkirina teslîmiyetê ye. Di nav agirê şerê li Rojhilata Navîn de, daxwazkirina bêparastinmayîna kurdan ji rastiya ruhê pêvajoyê pir dûr e.

Di vê rewşa krîtîk de, pirsyara herî giranbuha ev e: Divê helwesta eniya kurdî û aqilê hevbeş ê neteweyî çi be? Em dikarin bêjin ku sekn û aqilê hevbeş ê kurdî êdî nabe li ser bingeha baweriyeke korane ya bi hikûmetê re bimeşe. Helwesta kurdan divê ne li ser hêvîkirinê, lê li ser bingeha têkoşîn û misogeriya yasayî were hûnandin. Aqilê hevbeş ê kurdi divê di serî de li dora îradeya Rêber Ocalan bibe yek û daxwaz bike ku ev pêvajo ji destê burokratan derkeve û bibe xwedî çarçoveyeke yasayî û destûrî. Kurd divê bi sekna xwe bidin fêmkirin ku aştî ji bo wan ne neçarî yan bêçaretiyek e, lê tercîheke birûmet e ku Tirkiyeyê ji parçekirinê rizgar dike!

Sekna kurdan a li hemberî helwesta dewlta tirk û deshilata AKPê divê nîşan bide ku mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, sînorê herî xeter ê gelê kurd e. Ger dewlet bi stratejiyên sekinandinê û wek amûr bikaranîna pêvajoyê bixwaze, îradeya kurdan biperçiqîne, bersiva aqilê hevbeş ê kurdî divê xurtkirina pergala parastina cewherî û yekîtiya neteweyî be. Kurd divê her gava dewletê ya taktîk bi hişyariyeke stratejîk bersiv bidin û destnîşan bikin ku çareseriya rasteqîn tenê bi nasîna statuyê û misogeriya yasayî pêkan e. Wekî encam, her hewldaneke dewletê ya bikaranîna aştiyê ji bo berjewendinyên xwe, wê di dawiyê de bi zirara Tirkiyeyê bixwe bi dawî bibe û sekna kurdan a biryardar wê di vê pêvajoyê de bibe diyarkera sereke yê aştiya mayînde.

Di encam de, Karayilan dema pêvajoyê dinirxîne û rexneyan li helwesta dewletê digire tîne ziman ku di destê wan de alternatîfên cuda jî hene. Dibêje ku ew ji bo aştiyê dixebitin, lê li hemberî her cure êrişên ku hebûna wan tehdît dikin, ew amade ne xwe biparêzin. Bi kurt û kurmancî em dikarin bêjin ku destê kurdan xurt e. Ger dewlet gavan neavêje û pêvajo bi pêş ve neçe jî kurd wê van nêzîkatiyên ku teslîmiyetê li wan ferz dikin qebûl nekin.