Nîjadperestan êrişê xwendekarên Kurd kirin
Saziyên hiqûqê yên Enqereyê derbarê êrişa nîjadperest a li dijî xwendekarên Kurd de diyar kirin ku dekan êrişkaran diparêze û dan zanîn ku ew dê rewşê bişopînin.

Di 8ê Hezîranê de 4 xwendekarên Kurd ku li Zanîngeha Enqereyê Beşa Hiqûqê dixwînin ji aliyê kesên xwe weke “Tevgera Ulkucu” bi nav kiribûn ve rastî êrişa nîjadperest hatibûn. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Piştgiriya Piqûqnasan û Hiqûqnasên Civakî, têkildarî êrişa nijadperest li avahiya Şaxa OHDê ya Enqereyê daxuyanî dan. Endama Şaxa OHDê ya Enqereyê Dorû Nînsû Arslanê metna daxuyaniyê xwend.
Dorû Nînsû Arslan bi lêv kir ku li zanîngehan kiryarên li dijî demokrasiyê zêde dibin û wiha axivî: “Zanîngeh di rewşeke pir xirab de ne. Zanîngeh divê ji bo azadiya ramanan bibe bihişt lê ji desthilat û çeteyên paramîlîter re bûye bihişt. Piştî xirabûna pêvajoya çareseriyê ya di salên 2013-2015an de binçavkirin, girtin, ixracên ji KHKan hatin kirin bandor li ser zanîngehan jî kir û zanîngeh bûn çolistan.”
‘Dekan komên êrişkar diparêze’
Dorû Nînsû Arslan destnîşan kir ku xwendekarên Kurd li Zanîngeha Enqereyê ji aliyê kesên xwe weke ‘Tevgera Ulkucu’ bi nav dikin ve rastî êrişan hatinê û wiha domand: “Xwendekarên Kurd rastî êriş û heqeretan hatine. Êrişên nîjadperest ên li dijî xwendekaran di vê pêvajoya ezmûnan de mafê perwerdehiya xwendekaran asteng dike. Ev êriş di encama dijminatiya Kurdan de pêk hatiye. Dekanê zanîngehê piştgiriyê dide van komên êrişkar. Em ê pêvajoya gilî kirinê ya xwendekaran bişopînin. Divê mafê perwerdehiya xwendekaran bi awayekî rêk û pêk bi cih were. Divê yên ew êriş kirinê bên darizandin.”


