Piştî êrişên DYEyê li Îranê 20 hezar kes bê av man

Piştî ku du depoyên avê yên li bajarê Sirikê yê li başûrê Îranê ji aliyê balafirên şer ên DYEyê ve hatin bombekirin, nêzî 20 hezar kes bê av man.

1 deqe xwendin
Piştî êrişên DYEyê li Îranê 20 hezar kes bê av man

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, di êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ku li ser Girava Keşm, Cask û Sirikê yên li başûrê Îranê hate krin, li Sirikê xisareke giran li du depoyên avê bû.

Di germa 45-50 pîleyî de mercên jiyanê gelek zehmete

Rayedarekî ji îdareya avê ya xwecihî diyar kir ku ji ber êrişê nêzî 20 hezar kes ji ava vexwarinê bêpar man.

Rayedar got, germa herêmê di navbera 45-50 pileyî de ye û anî ziman ku di nava van şert û mercan de gel di rewşeke gelekî zehmet de ye.

Li gorî daxuyaniyê, çavkaniyên avê yên binê erdê ku li şûna depoyên avê yên zerar dîtine bêne bikaranîn, kêm e.

Rayedaran gotin, ji bo sererastkirina depoyên avê wan dest bi kar kirine, lê belê ji ber germa zêde û xisara giran a li binesaziyê dibe ku dewam bike.