Newroza îsal mizginiya azadiya Birêz Abullah Ocalan e

Li navçeya Licê ya Amedê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ku di pîrozbahiya de axivî, destnîşan kir ku Newroza îsal mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.

1 deqe xwendin
Newroza îsal mizginiya azadiya Birêz Abullah Ocalan e

Li qada navçeya Licêye ya Amedê Newroz hate pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, nûnerên saziyên sivil û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha welatiyên ji navçeya Hezroyê jî hatin tev li pîrozbahiyê bûn. Girseya ku li qada Newrozê kom bû dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne’ berz kirin.

‘Werin em ji Rêzdar Abdullah Ocalan re silavên germ bişînin’

Di pîrozbahiya de Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî. Adalet Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser wateya Newroza îsal û wiha got: “Newroz azadî ye. Newroza îsal mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Werin em bi hev re ji vir heta Girtîgeha Îmraliyê silavên germ ji Rêzdar Abdullah Ocalan re bişînin û Newroza wî jî pîroz bikin.”

Li ber stranan li dora agir govend gerandin

Piştî axaftinê agirê Newrozê ji aliyê gel ve hate vêxistin. Pişt re girseyê li ber stranan li dora agir govend gerand. Girseyê bi awayekî bicoş Newroz pîroz kir û bernameya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.