Nafiye Çeşme koça dawî kir

Dayika Ardîl Çeşme, girtiya siyasî ya 30 salan Nafiye Çeşme, koça dawî kir.

1 deqe xwendin
Nafiye Çeşme koça dawî kir

Dayîka Ardîl Çeşme, girtiya siyasî ya 30 salan ku li Girtîgeha Jinan a Erzincanê girtî bû Nafiye Çeşme, li Amedê koça dawî kir. Hate gotin ku Nafiye Çeşme dê îro li Goristana Mardînkapiyê were veşartin. Hat diyarkirin ku dê piştî nimêja nîvro li Goristana Mardînkapiyê were veşartin.

Malbat dê li Mala Cenazeyê ya Abdurrahman Înç sersaxiyan qebûl bike.

Hat hînbûn ku Nafiye Çeşme ji ber nexweşiya xwe nekaribû pir caran serdana Ardîl Çeşme bike û li benda temamkirina cezayê Ardîl Çeşme ku her tim serbestberdana wê dihat paşxistin bû.