‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinan e’
TJAyê li Wanê bertek nîşanî cezayê li berdevka berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn da û da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li dijî cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 meh ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Amedê ve li Berdevka Berê ya TJAyê Ayşe Gokkan hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, saziyên jinan û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî daxuyaniyê bun.
Metna daxuyaniyê aktivîsta TJAyê Eylem Oklû xwend.
‘Em vê biryarê qebûl nakin’
Eylem Oklû diyar kir ku ev biryar ne tenê li dijî kesekê, lê belê êrîşeke li dijî vîna jinan û berxwedana wan a rêxistinî ye. Eylem Oklû da zanîn ku ew vê biryarê wekî destwerdaneke li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin û qebûl nakin û got: “Sûcên ku ji bo darizandina Gokkan dikin hincet, li dijî parastina mafên jinan, pêşengtiya çalakiyên aştiyane û bilindkirina dengê li dijî pergala mêrperest e. Ayşe Gokkan zêdetirî 6 salan e girtî ye û destûr nedanê ku tev li cinazeyê dayika xwe bibe.”
‘Têkoşîna azadiyê ya jinê nayê mehkûmkirin’
Eylem Oklû destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de vîna jinê û felsefeya wê ya gerdûnî ya “Jin, Jiyan, Azadî” tê darizandin û wiha pê de çû: “Avakirina civakeke demokratîk tenê bi azadiya tam a jinê pêkan e. Loma îro eksena sereke ya hemû nîqaşên pêvajoyên demokratîk, têkoşîna jinê ye. Mekanîzmayên dadgeriyê yên ku jinê li malê digirin û pergala mêrperest diparêzin, li pêşberî têkoşîna me bêwate ne. Ne girtîgeh, ne biryarên dileyîstî yên dadgehan nikarin meşa azadiyê ya jinan rawestînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.


