Midûrê ÎŞKURê yê berê Aktaş ji peywirê hat girtin
Midûrê ÎŞKURê yê Dêrsimê yê berê Ozdemîr Aktaş ku navê wî di lêpirsîna Gulistan Doku de derbas dibe, ji peywirê hat girtin.

Hat zanîn ku Midûrê ÎŞKURê yê Dêrsimê yê berê Ozdemîr Aktaş ku navê wî di lêpirsîna Gulistan Doku de derbas dibe, ji peywirê hat girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Aktaş ê ku ev demeke li Enqereyê di bin sîwana ÎŞKURê de serokatiya daîreyê dike, îro di danê sibehê de ji peywirê hat girtin. Nehate zelalkirin ka sedema girtina wî ya ji peywirê ji ber geşedanên nû yên di dosyeya Gulistan Doku de yan na.


