MHPê serdana DEM Partiyê kir

DEM Partî û MHP ku bi boneya Cejna Qurbanê hatin cem hev, peyama "Divê em jiyaneke bi hev re ava bikin û ji bo zarokên xwe vê pêvajoyê bi awayekî aramtir bi dawî bikin."

1 deqe xwendin
MHPê serdana DEM Partiyê kir

Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHPê Sadîr Durmaz, serşêwirmenda Serokatiya Giştî Prof. Dr. Esma Ozdaşli û endama Lijneya Rêveber a Navendî Şahîn Kartal, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. 

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî, parlamenterê Wanê Zulkuf Ûçar û endama Meclisa Partiyê Nuray Ozdogan, şandeya MHPê pêşwazî kirin. Piştî merasîma cejnê, Hatîce Betul Çelebiyê îşaret bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Ev, banga ji bo jiyaneke din pêkan e. Ev, tevî hemû cudahiyan jî banga mirovbûnê ye. Civaka me bi hesreta civakeke birûmet e. Dê ev hewldanên me bidomin. Ev cejn girîng e."

Dûrmaz MHPî jî got: "Divê em jiyaneke bi hev re ava bikin û ji bo zarokên xwe vê pêvajoyê bi awayekî aramtir bi dawî bikin." 

Guleryuz ku piştî merasîma cejnê axivî, diyar kir ku divê piştî cejnê gavên berbiçav bên avêtin.