Metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye
Çar girtiyên siyasî yên li hucreyên yek kesî yên li Girtîgeha Qizilhîsarê tên ragirtin, bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.

Li gorî medya rojhilatê Kurdistanê, çar girtiyên siyasî yên bi navê Seîd Masurî, Loqman Emînpûr, Meysem Dêhbanzade û Sipêhr Îmam Cume yên li girtîgeha Qizilhîsar ya li Kerecê di hucreyên yek kesî de têne ragirtin, metirsiya darvekirinê li ser wan heye.
Heman çavkaniyan ragihand ku rewşa wan girtiyan nediyare û ev yek jî fikarên li ser tenduristî û ewlekariya wan zêde dike.
Hêjayî gotinê ye tê gotin piştî her 4 girtiyan dijî darvekirinan nerazîbûn nîşan dane, veguhestine hûcreyên yek kesî.


