Mehmet Ocalan: Em bi hevre Serok ji Îmraliyê derxînin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi minasebeta 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û got: "Em bi hevre Serok ji Girava Îmraliyê derxînin."

1 deqe xwendin
Mehmet Ocalan: Em bi hevre Serok ji Îmraliyê derxînin

Kurdistanî îsal dê di pêşengiya Platorma Rêxistinên Demokratîk de 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1ê nîsanê heta 4ê Nîsanê pîroz bikin. Amedekariyên Meşa Amara û mihrîcana ku li navçeya Xalfetiyê li dar bixin didome. Îsal dê her kes li bajarên xwe bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê çalakiyên bi mijara "Azadiya Fizîkî ya Serokatî", "Mafê Hêviyê" û "Rewşa Rêber" li dar bixe û şitlan biçîne. Piştre dê di 3 û 4'ê Nîsanê de, li navçeya Xelfetiyê mihrîcanê pêk bînin. Di 3yê nîsanê de, dê "Sifreya Rojê" were danîn û her kes dê xwarinên ku bi xwe re aniye pêşkêş bike. Rojeva sereke ya çalakiyên rojbûna 77emîn dê naskirina statuya Abdullah Ocalan, sermuzakerevanê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û guhertina şert û mercên wî yên li Girava Îmraliyê be da ku azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, beriya Meşa Amara ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û banga beşdarbûna çalakiyên 4ê Nîsanê kir. 

 Em bi hevre Serok ji Îmraliyê derxin 

Mehmet Ocalan diyar kir ku 4ê Nîsanê ji bo hebûn û ronahiya Kurdan girîng e û got: "Serok, dê bibe 77 salî. Em vê rojbûnê pîroz dikin. Banga me ya 4ê Nîsanê ji bo gelê kurd û Kurdistanê ye. Tirkmen, ereb û gelên din, bila hemû werin. Em dixwazin hemû kurd werin vir. Di rojên pêş de, werin em Serok ji Girava Îmraliyê derxînin û peyama xwe bi vî rengî bidin."

Dê peyamên ji bo azadiyê bêne dayîn

Mehmet Ocalan, bal kişand ser wê yekê ku pêdivî ye peyameke mezin li Amarayê were dayîn û got: "Ger em karibin di 3 û 4ê Nîsanê de li vir mîtîngeke mezin li dar bixin, em ê Serok ji Girava Îmraliyê rizgar bikin. Di dawiyê de, ez vê bêjim: Ger Serok li Girava Îmraliyê bimîne, jiyana wî di xetereyê de ye. Werin em ji 3yê Nîsanê heta 4ê Nîsanê rojbûna wî li Xelfetiyê, li gundê Amarayê, pîroz bikin. Werin em Serok ji bo pêşerojê ji Girava Îmraliyê derxînin."