Meclisa Jinan li Mannheimê 4ê Nîsanê pîroz kir
Meclisa Jinan û Meclisa Gel, li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, 77emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke mezin pîroz kirin.

Meclisa Gel û Meclisa Jinan li Mannheîm bi çalakiyekê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji dest dane dest pê kir. Piştre li ser navê meclîsê axaftin hatin kirin û bal kişandin ser girîngiya dîrokî û civakî ya 4ê Nîsanê
Di berdewamiya çalakiyê de beşdaran bi muzîkê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de ku coş her ku çû zêde bû, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” demeke dirêj olan dan.
Pîrozbahî bi peyamên yekîtî û piştgiriyê bi dawî bû.


