Mecîd Xadimî yê berpirsê Îstixbarata Supayê Pasdaran hat kuştin

Di encama êrişên hewayî yên ser Îranê de, berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran hat kuştin.

1 deqe xwendin
Mecîd Xadimî yê berpirsê Îstixbarata Supayê Pasdaran hat kuştin

Ajansa nûçeyan a Tasnîm ya girêdayî Supayê Pasdaran, derbarê kuştina berpirsekî payebilind ê Îranî de, agahî parve kir. Li gorî nûçeyê danê siharê berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran, Mecîd Xadimî hatiye kuştin. Çavkaniyê ragihand ku Mecîd Xadimî di encama êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê de miriye.

Nehat zanîn Mecîd Xadimî li kîjan herêma Îranê bûye hedefa êrişan. Lê Supayê Pasdaran da zanîn ku Mecîd Xadimî nêzî 50 salan diwarê îstixbarat û ewlekariyê de, ji bo Îranê xizmet kiriye.