MEBYA-DER û TÛHAY-DERê bi malbatan re civiyan

MEBYA-DER û TUHAY-DER a Wanê bi boneya meha Remezanê bernameya fitarê li dar xist.

1 deqe xwendin
MEBYA-DER û TÛHAY-DERê bi malbatan re civiyan

MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê bi boneya meha Remezanê bernameya fitarê li dar xist û bi malbatan re civiyan. Saziyan bername li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dar xistin. Siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî tev li bernameyê bûn. Bername, ji bo cangoriyên demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatin nîqaşkirin. Piştre malbat û siyasetmedaran bi hev re fitara xwe vekirin.

Bername piştî vekirina fitarê bi dawî bû.