Mazlûm Ebdî: Xebatên ji bo azadkirina girtiyan didomin
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di civîna ligel şervanên ku hatin berdan, malbatên girtî û şehîdan de anî ziman ku hewldanên wan ên azadkirina tevahî girtiyan didomin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li bajarê Kobanê bi şervanên girtî yên hatin berdan, malbatên girtiyan û yên şehîdan re civiya. Malbatên girtiyan xwestin aqûbeta zarokên wan were aşkerekirin û hewldanên vegerandina wan werin lezandin. Malbatan nêzîkatiyên hikumeta demkî yên derengxistina serbestberdana dîlan jî rexne kirin. Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya dîlgirtiyan armanca pêşîn a hêzên wan e û got: “Hêzên wan bi domdarî vê dosyayê dişopînin û hewl didin encamên şênber di zûtir dem de pêk werin.”
Mazlûm Ebdî diyar kir ku xebatên ji bo azadkirina tevahî dîlgirtiyan di demeke nêzî de dewam dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, malbatên ku zarokên wan di êrişên 6ê Çileyê îsal de şehîd bûne jî ziyaret kir û sersaxî ji wan re xwest. Mazlum Ebdî anî ziman ku HSDê fedakariyên ku zarokên wan di parastina herêmê de dane teqdîr dike.
Destpêka îsal (2026) komên girêdayî hikumeta demkî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama van êrişan de 264 sivîl û leşker şehîd bûne, ji wan 120 kes ji bajarê Kobanê ne. Her wiha hejmarek jî dîl hatin girtin. Ji dîlgirtiyan 31 kes ji Kobanê hatin berdan û hîna 39 dîlgirtî ne. Piştî ku tedawî dîtin, mîsoyonên xwe di nava hêzên leşkerî de didomînin.
Fermandarê HSDê bi şervanên hatibûn girtin û di çarçoveya peyama 29ê Çileyê de hatin berdan re jî civiya.


