DEM Partî: Girtiyên Gezî bêrdin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya sala 13emîn a çalakiyên Geziyê daxuyanî dan û xwestin, girtiyên Gezî berdin.

1 deqe xwendin
DEM Partî: Girtiyên Gezî bêrdin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li ser hesabê Xê daxuyanî dan. Tulay Hatîmogûllari got: "Di sala 13emîn de wêrekî, hêvî û armanca jiyana wekhev a Gezî rêya me hîn jî ronî dike. Gezî bû îradeya bi milyonan mirovî, wijdanî vî welatî yê bêdeng nabe û li dijî tarîtiyê berxwedanek hevpar a herî xurt ava kir. Gezî hişê bi rûmet ê vî welatî ye. Yên ku ji Doza Geziyê hatine girtin divê tavilê azad bibin."

Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku çalakiyên Gezî li dijî neheqî, bêedaletî, zext û ferzkirinê îtirazeke demokratîk bû û got: "Ruhê Geziyê di nava têkoşîna xweza, ked, aştî, azadî û edaletê de dewam dike. Têkoşîna wan wê di nava lêgerîna me ya demokrasî û azadiyê de dewam bike."