Macron xwest êrişên li dijî Lubnanê bi dawî bibin lê êrişên Îsraîlê didomînin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron agirbesta li Îranê wek gaveke erênî pênase kir û daxwaz kir ku ev rewş ji bo Lubnanê jî derbasdar be, di heman demê de Spanya dagirkeriya Îsraîlê li Lubnanê red dike. Lê Îsraîlê ragihand ku şer li Lubnanê didome û êrişên xwe ranawestandiye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron agirbesta ku li Îranê hat îlankirin weke ‘geşedaneke pir erênî’ pênase kir û diyar kir ku divê ev agirbest ji bo Lubnanê jî derbasdar be. Di civîna Konseya Parastinê de, Macron bang kir ku di roj û hefteyên pêş de muzakere ji nû ve dest pê bikin û agirbest bi awayekî temam were bicihanîn.
Macron herwiha bal kişand ser çareserkirina meseleyên têkildarî bernameya nukleerî, balîstîk û herêmî ya Îranê û got ku Fransa ji sala 2018an ve li ser vê mijarê disekine.
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares jî ragihand ku dagirkeriya Îsraîlê li welatekî wek Lubnanê nayê qebûlkirin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî agirbesta li Îranê weke ‘nûçeyeke baş’ pênase kir.
Her çend ev bang û hêvî hene jî, Îsraîl ragihand ku şer li Lubnanê didome. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got ku agirbest ji bo Lubnanê derbasdar nîn e û operasyonên leşkerî didomin.
Li aliyê din Reutersê nûçeyeke ku dispêre sê çavkaniyên nêzî Hîzbûllahê diyar kir ku Hîzbûllahê di çarçoveya agirbesta di navbera DYA û Îranê de êrişên xwe rawestandiye.
Ji demjimêra 01:00’ê sibehê ve, ne li bakurê Îsraîlê û ne jî li leşkerên Îsraîlê yên li Lubnanê êrişek hatiye kirin.
Lê belê, êrişên Îsraîlê li başûrê Lubnanê didomin. Di êrişekê li Seydayê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 20 kes birîndar bûn. Ji destpêka mehê adarê ve jî di êrişan de zêdeyî hezar û 500 kes hatine kuştin.
Rewşa li herêmê hîn jî bi tansiyonê tije ye û hêvî heye ku agirbest bi awayekî fireh berdewam bike û li Lubnanê jî were bicihanîn.


