Li Sultanbeyliyê bi girseyî Newroz pîroz kirin
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Sultanbeyliyê bi girseyî Newroz pîroz kir.

Rêxistina DEM Partiyê li Stenbolê her şev li navçeyeke cuda Newrozê pîroz dike. Îşev li taxa Gaziyê ya navçeya Sultanbeyliyê agirê Newrozê geş kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, hevserokên DEM Partiyê yên Sultanbeylî, rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Girse bi meşaleyan ket qada Newrozê û dirûşm berz kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, Newroz pîroz kir û got: “Newroza îsal dê bibe sedema azadiyê, ji bona wê divê tevahî gelê me tevlî Newrozê bibe.”
Paşê gel bi dirûşmeya “Bijî Newroz” agirê Newrozê pêxist û li dora agirê Newrozê govend gerand. Di govendê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.


