Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê ên Platforma Saziyên Demokratîk

Platforma Saziyên Demokratîk biboneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Stenbolê çalakiyên pîrozbahiyê yên cur bi cur li dar bixe.

1 deqe xwendin
Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê ên Platforma Saziyên Demokratîk

Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi bernameyan pîrozbahî tên lidarxistin. Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê çalakiyên pîrozbahiyê werin lidarxistin.

‘Tava sehayê aştî ye, armanc serkeftin e’

Di 4ê Nîsanê de li Tesîsa Karadolapê ya li Navçeya Eyupê de dê turnawaya futbolê were lidarxistin. Turnuvaya bi dirûşma “Tava qadê aştî ye, armanc serkeftin e” û bi navê “Ber bi rojê ve turnawaya futbolê” dê di saet 17:00 û 19:00an de were lidarxistin.

Bernameya seyranê

Platform dê di 5ê Nîsanê jî bi dirûşmeya “Em di sifreya Rojê de tên gel hev” li Perava Karnaya ya navçeya Kuçukçekmeceyê bi tevlibûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncelê bernameya seyranê were lidarxistin. Di bernameya seyranê de dê gelek hunermend jî derkevin ser dike. Seyran dê di navbera saet 11:00 û 17:00an de pêk were.