Li Şemrexê mirina biguman
Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçukê, têkildarî mirina biguman a du jinên temenê ciwan de daxuyanî da û got mirinên biguman wekî “xwekuştin” tên daxuyandin û ev yek di nava civakê de dibe sedema pirsan.

Li navçeya Şemrexê di 11ê Adarê Zuhal Sayar (16), di 12yê Adarê de jî Emîne Încî (20) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Piştî van mirinên biguman, Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçukê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got mirina Zuhal Sayar a 16 salî wek ‘întîhar’ tê îdiakirin û ev yek di nava civakê de dibe sedema mirina biguman. Kudret Uçuk anî ziman ku têkildarî bûyerê bavê wê hatiye girtin û ev yek gumanan zêde dike û divê lêpirsîn were kirin.
Kudret Uçuk anî ziman ku piştî mirina Sayarê li taxa Birînê Emîne Încî ya 20 salî bi aweyekî biguman di malê de jiyana xwe ji dest daye û vê rewşê fikara wan zêde kiriye. Herwiha Kudret Uçuk diyar kir ku divê ji bo parastina mafê jiyana jinan polîtîka bên xurtkirin û mirinên biguman ên jinan bên ronîkirin û ji faîl hesab were pirsin û ev tişt got: “Em ê bêdeng nemînin, em ê têkoşîna jinan xurt bikin.”


