Li Şankûşê agirê Newrozê geş bû

Agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şankûşê ya Amedê geş bû. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn beşdarî pîrozbahiyê bû û diyar kir ku dê bi hevre rêya civakeke demokratîk ava bikin.

1 deqe xwendin
Li Şankûşê agirê Newrozê geş bû

DEM Partiyê li navçeya Şankûşê ya Amedê cara yekemîn Newroz pîroz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn tevlî bernamê bû. Koma ku li dora agirê Newrozê kom bû dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Newroz Piroz be” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Piştî girseyê agir geş kir, welatiyan li ber dengê def û zirnê govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û got: “Em ê siyaseta demokratîk bi civaka demokratîk ku kes li derve nemîne ava bikin. Bi gelê xwe re em ê civakekî nû ava bikin. Li erdnîgariya herî xweş a xwezayî em Newroza yekemîn pîroz dikin. Ji niha û şûnde em ê her dem Newrozên xweştir pîroz bikin.” 

Abbas Şahîn bang li hemû beşdaran kir û xwest bi girseyî beşdarî Newroza Amedê ya 21ê Adarê bibin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.