Li Şamê civîna ewlekariyê

Wezîrê Karên Hundirîn ê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi fermandarê Ewlekariya Hundirîn a Hesekê û cîgirê wî û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û YPJê re li Şamê civiya.

1 deqe xwendin
Li Şamê civîna ewlekariyê

Li gorî kanala Exbariya El Sûriye ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, wezîrê Karên Hundirîn ê hikumetê Enes Xetab bi fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, cîgirê wî Mehmûd Xelîl Elî û hejmarek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re li Şamê civiya.

Ev hevdîtin di çarçoveya nîqaşkirina rewşa ewlehî û xurtkirina hevkariyê di nava aliyên eleqedar de li gorî peymana 29ê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêk tê. Di hevdîtinê de hejmarek ji dosyayên girêdayî rewşa ewlehî ya parêzgeha Hesekê, rêbazên pêşxistina mekanîzmayên kar û hevkariyê hatin nîqaşkirin.