Akademîsyen Yakup Levent Korkut: Gava herî girîng çêkirina zagonan e
Endamê Koma Akîl û akademîsyen Yakup Levent Korkut, têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û got: “Bêyî dem bê windakirin divê bi lez guhertinên zagonî bêne kirin. Divê bi lez zagonên çareseriyê bêne çêkirin.”
Li ser banga Dewlet Bahçelî ya “Bila Abdullah Ocalan bê meclisê bang bike û bibêje ‘Ez rêxistinê fesix dikim’ bike”, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya Aştî û Çivaka Demokratîk kir. PKKê xwe fesix kir û çek şewitadin. Lê hîn tecrîd didome û statuya Rêberê Gelê kurd û statuya Kurdan nehatiye qebûlkirin. Zagonên ku statuyê fermî dikin nehatine amadekirin. Li ruxmê DMMEyê 14 sal berê biryara Mafê Hêviyê daye jî Tirkiye ji bo Mafê Hêviyê gav neavêtiye
Di sala 2013an de Koma Mirovên Aqîl ku ji 63 kesan pêk dihat hatibû avakirin. Ji bo pêvajo pêş bikev û pirsgirêk çareser bibe, endamên Koma Mirovên Aqîl li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek civîn pêk anîn. Ji sedî 80ê civakê destnîşan kir ku ew çareseriyek aştiyane dixwazin. Lê herî dawî hikûmeta AKPê pêvajo xera kir. Yek ji endamê Koma Mirovên Aqil Huqûqnas û Akademîsyen Yakup Levent Korkut e. Levent Korkut, ber barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Akin re axivî.
‘Divê berî her tiştî zagon bên amadekirin’
Levent Korkut, anî ziman ku di gelek mînakên cîhanê de pêvajoya çekberdanê herî dawî pêk tê û wiha got: “Lê em dibînin ku li vir rêxistinê pêvajoya çekberdanê berî her tiştî xist meriyetê. Bi vê yekê xwet li welêt hewaya hêviyê pêş bixe. Niha bi guhertin ê çêkirina zagonan dê pêvajo pêş bikeve. Ji bo siyaseta tevgera kurd di rewşeke demokratîk de pêş bikeve, divê berî her tiştî zagonên çareseriyê bên çêkirin. Divê kesên di têkoşîna çekdarî de cih girtin, karibin di nava civakê û siyasetê de rol bilîzin. Ji ber vê yekê ji bo pêşiya pêvajoyê vebe û pêvajo pêş bikeve, divê herî her tiştî ji bo çêkirina zagonên çareseriyê gav bên avêtin. Divê bi lez zagon bên çêkirin. Li ruxmê ku Komîsyona Meclisê rapor amade kiriye jî ji meha Sibatê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Ji berr vê yekê divê bêyî ku dem bê windakirin bi lez zagon bên çêkirin û gavên zagonî bêne avêtin.”
Leven Korkut, destnîşan kir ku di çarçoveya çêkirina zagonan de divê Mafê Hêviyê jî bi lez bê naskirin û got: “Helwesta DMME yê diyar e. DMME destnîşan dike ku divê Mafê Hêviyê bê naskirin. Divê êdî Mafê Hêviyê pêk bê. Divê jibo endamên rêxistinê karibin tev li civaka demokratîk û siyaseta demokratîk bibin ji bo wan zagon bêne rastkirin.”


