Li Qahîreyê kovara jinan a ‘Rûyet El Meraa' derket

Navenda Rojhilata Navîn a Lêkolînên Jîneolojiyê çapkirina hejmara yekem a kovara Rûyet El Meraa li Qahîreyê ragihand.

1 deqe xwendin
Li Qahîreyê kovara jinan a ‘Rûyet El Meraa' derket

Li gorî nûçeya Nûjinhayê, Navenda Rojhilata Navîn a Lêkolînên Jîneolojiyê çapkirina hejmara yekem a kovara Rûyet El Meraa (Vîzyona Jinan) li paytexta Misrê Qahîreyê ragihand.

Ev weşan wek gaveke girîng di pêşxistina lêkolînên jinan de li herêmê tê dîtin û platformeke lêkolîn û ramanê çêdike.

Hejmara wê ya yekem di meha Nîsanê de derket. Mijarên jin û civakê ji hêla sosyolojîk, siyasî, çandî û derûnî ve dinirxîne. Ev xebat li ser rastiya analîzkirina civakê disekine. Di hêla qadên psîkolojîk, antropolojîk û sosyolojîk de xwe dispêre lêkolînên rojane û çareseriyan pêşkeş dike.

Kovara Rûyet El Meraa armanc dike ku bibe qadeke zindî ji bo diyalog û ramanê; platformekê pêşkêş bike ji bo vedîtina nasname û dîroka jinan. Di vê çarçoveyê de, gotar û lêkolînên ku li ser pirsên nasname û hebûnê yên wekî "Jin kî ye? Ew çawa dijî? Ew çawa têkiliya xwe bi cîhanê re ji nû ve pênase dike?" diweşîne.

Hejmara yekem cih daye mijarên civakî, aborî û çandî û her wiha gotarên ku li ser ezmûnên jinan ên ji Rojhilata Navîn disekinin û perspektîfeke nû pêşkêş dikin ku rol û beşdariya jinan di dîrokê de ronî dikin.

Navenda Rojhilata Navîn a Lêkolînên Jineolojiyê diyar kir ku weşandina kovarê destpêka pêvajoyeke dirêj e ku armanc dike pirsên sereke yên li ser mirovahiyê û civakê bi perspektîfeke femînîst ji nû ve lêkolîn bike.