Li Pakistanê 12 polîs hatin kuştin
Li bajarê Bannu yê li bakurê rojavayê Pakistanê, di êrişa bombeyî de 12 polîs hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên polîsan, êriş li taxa Fatih Hel a li Bannuyê li hemberî nuqteyeke polîsan pêk hat. Piştî ku êrişkarê xwekuj bi wesayita bombebarkirî li benda kontrolê xist, milîtanên çekdar avêtin ser qereqolê. Ji rayedarên ewlehiyê Bannuyê Muhammed Sacid Han diyar kir ku di êrişê de 12 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin, polîsek jî winda ye. Rayedarên ku ji Reutersê re axivîn anîn ziman ku di dema bûyerê de li herêmê nêzî 15 polîs hebûn. Piştî êrişê hêzên ewlekariyê ber bi herêmê ve hatin veguhestin. Hate ragihandin ku milîtanan kemîn danîn pêşiya hêzên ewlekariyê. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyan li nexweşxaneyên dewletê yên li Bannuyê rewşa awarte hate ragihandin.
Hate diyarkirin ku rêxistina Harakat-ul-Mujahidin a girêdayî El Qaîdeyê berpirsyariya da ser xwe.
Rêveberiya Îslamabadê demeke dirêje îdîa dike ku komên çekdar ên li Efganistanê êrişî xaka Pakistanê dikin. Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.


