Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

Çalakiya Rojên Pirtûkan a ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve hat desptêkirin dê sê rojan berdewam bike.

1 deqe xwendin
Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

Rojên Pirtûkan ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve hat lidarxistin û dê sê rojan berdewam bike, dest pê kir. Çalakiya ku li avahiya baroyê hat destpêkirin, ligel parêzer, nivîskar, weşanger û nûnerên partiyên siyasî gelek kes tev li bûn. Di standên pirtûkan de berhemên Kurdî û Tirkî ji bo xwînêran cih girt.

Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan anî ziman ku ji bo nifşan pirtûk hilgirên bîrê ne û wiha got: “Pêşketina xwendinê ji bo avakirina civakek demokartîk pir girîng e. Wêje û raman ji bo xurtkirina îfadeya fikrên din zemînên herî girîng in.”

Çalakiya ku ji aliyê Baroya Mêrdînê hat lidarxistin dê sê rojan berdewam bike û ji bo dîdariyên xwînêr-nivîskar dê gotûbêj û rojên îmzeyê bên lidarxistin.