Li Kurdistan û Iraqê eniya şer berfireh dibe
Li gorî agahiyên Ajansa Welat duh bi şev gelek deverên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dron û moşekan hatine bombebarankirin. Di encama êrişan de gelek kes mirin û ziyanek mezin çêbû ye.

Her ku şer dirêj dibe, eniya şer jî berfirehtir dibe. Hêzên çekdar yên li Iraqê jî bi êrişên curbicur beşdarî şer dibin. Herêma Kurdistanê û Iraq jî her ku diçe zêdetir dibe qada şerê berfireh dibe. Baregehên Amerîkayê yên li herêmê û Iraqê,hêzên çekdar ên yên Iraqê ku nêzî sînor in, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombebarankirin. Duh bi şev jî êriş berdewam kirin.
Şîrketên Petrolê yên li heremê ji ber ewlehiyê kar radiwestin
Li gor agahiyên Rojnewsê careke din êrişî çiyayê Korekê hate kirin. Li gorî agahiyê, duh şev carek din sînorê çiyayê Korek hate bombebarankirin. Hat diyarkirin ku di nava vê heftiyê de ev cara sêyeme e ku êrişî çiyayê Korek tê kirin.
Her wiha duh derengiya şevê dronek xwekuj li taxa Westa Receb a ser bi îdareya Soranê ket xwarê. Li gorî agahiyan di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Berdewama agahiyê de tê diyarkirin ku duh bi şev gundên Kewertê ya ser bajarokê Çoman û gundê Dergele ya ser bi navçeya Wertê jî hatin bombebarankirin.
Agahiyeke din ya ajansê ev e ku şeva borî bi dironan bîrên petrolê yên Çemanke yên nêzî gundê Geverkê, a li quntarên Çiyayê Gare ya sînorê Amêdiyê ya ser parêzgeha Duhokê, hatin bombebarankirin. Hat gotin ku piştî êrişê, şîrketa petrolê ya Amerîka HKN Energy ku li Herêma Kurdistanê kar dike, biryar da ku hemû çalakiyên xwe yên li herêmê rawestîne. Li gorî çavkaniyên herêmî, şîrketê ji bo parastina jiyana karmendên xwe û ewlehiya alavên xwe yên teknîkî qad vala kir û hilberîna petrolê rawestand.
Fermandariya Polîsên Besrayê: Em li pîlotê balafira ketî digerin
Rayedarên ewlehiyê ya Iraqê daxuyandin ku saet 22.10an de dema dronek hewl dida saziyeke di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de hedef bigire, hate xistin. Tîmên taybet gihiştin cihê bûyerê. Ji ber xistina dironê tu zirar çênebû.
Li gor agahiya Fermandariya Polîsan ya li herema Besrarê, ji ber îdiaya ketine balafireke şer a Amerîkayê, li parêzgeha Besrayê fermandarî bêyî ku ketinê piştrast bike, da zanîn ku tîmên polîsan ji bo dîtina pîlotê balafirê lêgerînê dikin.
Baregehên Îranê yên li ser sînorê başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin bombekirin
Îranê duh bi şev bi doronan êrişî otêleke li Bahreynê kir. Îran îdia kir ku li otelê Amerîkî û Îsraîlî hebûne.
Her wiha balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê duh bi şev baregehên Îranê yên li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên nêzî Pîranşarê, bombebaran kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, di encama bombebaranê de mirin çêbûne û li baregehan zirareke mezin çêbûye.


