Li Îzmîrê bi şahiyekê cejna ziman pîroz kirin

DEM Partî, Komeleya Lêkolînên û Çand û Ziman a Avestayê û Komeleya Çand û Hunerê ya Azad, li ber Îskeleya Karşiyakayê şahiya Cejna Zimanê Kurdî li dar xistin.

1 deqe xwendin
Li Îzmîrê bi şahiyekê cejna ziman pîroz kirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Karşiyakayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê û Komeleya Çand û Hunerê ya Azad, boneya Cejna Zimanê Kurdî li ber Îskeleya Karşiyakayê ya Îzmîrê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û hat berzkirin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Şahiyê bi govendê dest pê kir. Hevserokên DEM Partiyê ya Navçeya Karşiyakayê û Hevserokên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Avestayê li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Paşê helbestên kurdî hatin xwendin.  Şahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.