Omer Ocalan: Divê gelê me di her qada jiyanê de bi kurdî biaxive
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê de axivî û got: “Divê gelê me di her qada jiyanê de bi kurdî biaxive.”
Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navenda Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman dayik e, dayik bi kurdî ye” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevserokê Zimangerê Ozman îzgor ve hat xwendin.
Osman Îzgor di daxuyaniyê de got ku hewceye her kurdek xwedî li kurdî derkeve. Îzgor, bi domdarî bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan, herwiha rê li ber zindîbûna ruhê neteweyî, azadî, aştî û civaka demokratîk jî. Serkeftina pêvajoyê, dê rêya misogerkirina mafên nasname, diyarkirina çarenûsa xwe, statu û mafên siyasî û hiqûqî jî veke. Dê têkoşîna me ya ji bo serxistina pêvajoyê û xurtkirina zimanê kurdî bidome.”
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di daxuyaniyê de got: “Li dijî hewldanên mêtingeriyê divê em jî hebûna xwe biparêzin. Ziman, parçeyeke vê ye. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye. Rêbertî, sekna polîtîk û pratîk a gelê me nirxand. Divê gelê me di her qada jiyanê de bi kurdî biaxive. Li Rojhilata Navîn gelek ziman bi tunebûnê rû bi rû ne. Lewma divê em di her qada jiyanê de bi disiplînî nêz bibin. Ziman hebûn e, jiyan e.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman, jiyan, azadî” û gotina stranan bi dawî bû.


