Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 800 kesî

Îsraîlê ragihand ku li paytexta Îran Tehranê êriş birine ser avahiya Serokkomariyê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî. Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 800 kesî.

1 deqe xwendin
Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 800 kesî

Îsraîlê diyar kir ku êrişeke hewayî biriye ser avahiya Serokkomariya Îranê û Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Bilind a li Tehranê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonên şeva Duşemê de "Navendên lîderiya rejîmê hatin bombekirin û ji hev hatin xistin."

Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Îsraîlê ofîsên Serokkomariyê û avahiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind a bi serokatiya Alî Larîcanî ku di dilê navenda rêveberiya siyasî ya Îranê de ne, bombe kirine. Li ser xisara ku ji ber êrişan rû da agahî nehate parvekirin.

Li îranê 787 kes hatin kuştin

Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji dema destpêkirina êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka-Îsraîlê û vir ve li welêt herî kêm 787 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê 153 navçe bûn hedef, 504 nuqte hatin bombekirin û bi giştî 1.039 êriş hatin kirin. Hate ragihandin ku ev dane xwe dispêrin raporên tîmên li qadê.

Li qûdsê teqîn

Hate ragihandin ku ji Îranê fuzeyên nû ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku fuzeyên ji Îranê hatin avêtin hatin tespîtkirin û sîstemên parastina hewayî ketin dewrê. Nûçegihanên AFP'ê gotin, li Qûdsê dengê hin teqînan hate bihîstin.

Li doha û manamanê teqîn

Li paytexta Qatar Doha û paytexta Bahreyn Manamayê roja Sêşemê dengê hin teqînan hate bihîstin. Nûçegihanên AFPê ragihandin ku li herdu bajaran li pey hev teqîn çêbûn.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku bi hevdemî wan êriş birine ser Îsraîlê û baregeha leşkerî ya DYEyê ya li Qatarê. Li ser çarçoveya êrişan û xisara ku bû sedem hîn bîlançoyeke fermî nehatiye eşkerekirin.

Xisara li natanzê hate piştrastkirin

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) piştrast kir ku li avaniya ketina li navenda dewlemendkirina ûranyûmê ya li binê erdê ya li Natanzê xisar bûye. Ajansê diyar kir ku ew ne li benda rîskeke radyolojîk in û di nava navendê de xisareke din tespît nekirine.

îranê hışyarî da ewropayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Elmanya, Fransa û Îngilistanê yên "çalakiyên parastinê" yên gengaz da û diyar kir ku tevlîbûna welatên Ewropayê li nava şer wê bê wateya "ragihandina şer". Tehranê diyar kir ku wê gaveke bi vî rengî weke hevkariya li êrişkariyê bibîne.

katz: me serê ahtapotê jê kır

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku li ser hedefên rejîmê yên li Tehranê êrişên giran ên hewayî hatin kirin û wê êrişên li ser kapasîteya fuzeyan a Îranê dewam bikin.

Katz Îran wke 'ahtapot' pênase kir û anî ziman ku wan serî jê kiriye û operasyon wê dewam bike.