Li Girê Erbanê Agirê Newrozê geş kirin

Girseya ku di pêşengiya Ciwanan de li gundê Baxçaxê yê Çinarê kom bûn, bi meşaleyan meşiyan û li jora Girê Erbanê Agirê Newrozê geş kirin.

1 deqe xwendin
Li Girê Erbanê Agirê Newrozê geş kirin

Bi sedan welatiyên ku di navde Hevserokên DBP, DEM Partî û Hevşaredarên Çinarê hebûn, li Gundê Baxçaxê yê Çinarê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Koma ku di pêşengiya ciwanan de Newroz pîroz kirin, li kontarê Girê Erbanê kom bûn meşale pêxistin. Koma  ciwanan bi meşaleyan heta ser Girê Erbanê meşiyan. Girseyê di meşê de bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadi” û “Yek e yek e yek e, gelê kurd Yek e” berz kirin. Girse piştî bi meşaleyan gihişt ser Girê Erbanê li ser gir Agirê Newrozê pêxistin. Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz  û M. Şeref Arzu Hevseroka DEM Eyşan Ay  agirê Newrozê geş kirin û li vir li ser girîngî û wateya Newrozê axaftin kirin.