Li Egeyê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason mevlûd dan

MEBYA-DERê û malbatê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason li navçeya Soke ya Aydinê şîn danî û mewlûd dan.

1 deqe xwendin
Li Egeyê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason mevlûd dan

MEBYA-DERê ya Egeyê, malbat û DEM Partî ya Aydinê, ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason (Îsmet Atalay) ku di 18ê çileya 2026an li Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Sokeyê ya Aydinê şîn danîn û mewlûd dan. Li salona şînê pankart û wêneyên Şerzan Sason hatin daliqandin. Bi bernameyê de Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên MEBYA-DER EGE, nûnerên EGE-TUHAYDER), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî amade bûn. Bername bi xwendina mewlûdê dest pê kir. Piştre rêz girtin. Girseyê di bernameyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin. Di serî de xwişka Şerzan Sason, Naîme Atli axivî û diyar kir ku şehîd şehîdê hemû gelê Kurd e û got: “11 sal berê ji malê derket û ji bo hemû malên Kurdan li ber xwe da. Serê her kesî sax be, serê hemû gelê Kurd sax be.”

Azadî bêtir nêzîk e 

Piştre Dayika Aştiyê Feyruze Kurt sarsaxî ji malbatê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re xwest û got: “Mazlûm Dogan 3 darikên çixatê vêxistin. Mahsûm Korkmaz fîşeka ewil teqand û îro îradeyeke me ya ku gihîştiye mîlyonan heye. Êdî azadî û serkeftin ji her demê bêtir nêzî me ye.”

Hevserokê MEBYA-DERê yê Egeyê Mikaîl Atan jî anî ziman ku Şerzan Sason ne şehîdê ewil e lê ew bawer dike ku dê bibe yê dawî û got: “Em hemû ji cihên cuda yên Kurdistanê ber bi vir ve hatin sirgûnkirin; xwestin me li her derê belav bikin û bihelînin. Divê neyê jibîrkirin ku ya ku hişt em ji van komployan rizgar bibin, bedelên ku şehîdên me dane bi xwe ne.”

Bermame bi axaftin û mevmûdê bi dawî bû.