Li Efrînê 4 ciwan hatin binçavkirin
4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a ku duh vegeriyan Efrînê de hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 4 ciwan girtin, paşê yek ji wan berda, lê yên din hîn girtî ne.
Li gorî agahiyan komeke endamên Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê derbasî hundirê wesayitên koçberan bûye û li telefonên wan mêze kirine û nasnameyên wan birine.
Herwiha koçberên vegeriyane û yên ku pêşwaziya koma sêyemîn a koçberan jî kiriye, rastî gelek hewldanên provokasyonê hatine.


