Ji Şaredariya Xana Axparê alîkariya ji bo nexweşên DMDê
Jinên ku di bin banê xebatên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Xana Axparê de kar dikin, dahata ji berhemên xwe bi dest xistine ji bo tedawiya 3 zarokên nexweşên masûlkeyan (DMD) bexş kirin.

20 jinên ku beşdarî Kargeha Teknîkên Hûnandinê ya ku di destpêka vê salê de ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê ve hatibû vekirin, bûne, 43 hezar û 400 TL dahata ku ji firotina berhemên keda xwe bi dest xistine, ji bo tedawiya 3 zarokên nexweşên masûlkeyan (DMD) dan malbatên nexweşan. Jinên kursiyer ên ku di "Hevdîtina Keda Jinê û Çandê" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hevkariya şaredariyên navend û navçeyên derve hatibû lidarxistin de stand vekirin; dahata ku ji berhemên keda destan ên li Kargehê û ji xwarinên ku bi awayekî kolektîf çêkiribûn bi dest xistine, bexşî malbata Adem ê 3 salî û Yûsif Gulmuş ê sal û nîvî û malbata Kerem Balik ê yek salî kirin ku her sê zarok jî tedawiya DMDê dibînin.
Xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê, dahata firotinê radestî malbata Gulmuş a ku li gundê Baxşîneyê rûdine û malbata Balik a ku li navenda Xana Axparê rûdine kirin. Di navbera her du malbatan de ev bexş bi awayekî wekhev hat parvekirin. Dayika Adem û Yûsif, Esen Gulmuş û dayika Kerem Balik, Şehriban Balik ev alîkarî qebûl kirin û spasiya jinan kirin, her wiha bang li xêrxwazan kirin ku ji bo tedawiya zarokên nexweş piştgiriya wan bikin.


