Li dijî kampa PAKê êriş hate kirin

Hengawê ragihand ku kampa PAKê ya li Hewlêrê hatiye bombebarankirin û di êrişê de 3 pêşmerge birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Li dijî kampa PAKê êriş hate kirin

Li gorî agahiyên Hengawê parve kirine, li dijî kampa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrişeke hewayî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi 4 ÎHAyên kamîkazeyê êriş li ser baregehên PAKê hat kirin. Di encama êrişe de herî kêm 3 pêşmerge birîndar bûn.”