Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hat dayîn
Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî da û xwest gefên li ser malbatê bi dawî bibin, kujerên Rojîn Kabaîşê bên diyarkirin û cezakirin.

Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, li avahiya şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji bo gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşê bi dawî bibin û di dosyayê de kemasiyên heyî bên temamkirin daxuyanî da. Endamên komîsyonê û ÎHDê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê endama komîsyonê Şebnem Ece Elmas xwend.
Şebnem Ece Elmas bi bîr xist ku Rojîn Kabaîşa di 15ê Cotmeha 2024an de bi awayekî guman mirî hatibû dîtin û tevî 18 meh ji ser mirina wê re derbas bûn,bûyer nehatiyê ronî kirin. Şebnem Ece Elmas bi lêv kir ku delîlên hatinê paşguhkirin jî nişan dide lêpirsîn bi awayekî bibandor nayê meşandin û wiha got: “Em îro li ser dû mijaran radiwestin. Yek, gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşa. Malbata Rojîn Kabaîş ku li pêy edaletê ye rastî gefxwarinan tên. Daxwaza malbatê ya parastinê bi cih nehatiyê û bi vê yekê re kujêr nehatinê dîtin. Ya dûyemîn jî kemasiyên delîlên di dosyayê de hatinê hiştin. Tevî daxwaza malbatê jî DNA ya kesên gumanbar nehatiyê girtin. Ew kemasiyên heyî bandorbûna lêpirsînê qels dike û astengiyê li pêşiya derxistina rastiya bûyerê derdixînê.”
Daxwazên Komîsyonê
Şebnem Ece Elmas di berdewama axaftina xwe de xwest edalet were pêkanîn û daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
“*Divê demildest telefonê Rojîn Kabaîşê bê vêkirin.
*Divê hemû delil bên komkirin û kêmasiyên heyî bên çareserkirin.
*Hemû sazî û kesên berpirsyar ku kujeran diparêzin û lêpirsîneke bi bandor nameşînin û ji bo derxistina rastiya bûyerê divê bên darizandin.
*Divê derbarê gefên li dijî malbatê de lêpirsîn bê vêkirin û kesên berpirsyar bên cezakirin.
*Divê malbata Rojîn Kabaîşê bi tenê neyê hiştin û pêdiwiyên wan ên hiqûqî û manevî werin dabînkirin.
*Nepeniya li ser dosyayê divê bê rakirin û malbat û raya giştî bigehejê dosyayê.
*Divê DNAya 2 kesên ku hatiyê tespit kirin bê aşkerakirin.
*Divê Serdozgeriya Wanê lêpirsîne berfireh bike.
*Divê Lîjneya Îhstîsas a ATKê raporeke nû amade bike.
*Ji bo parastina mafê jiyana jinan divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne.”


