Li Bexdayê fermandarê Heşdî Şebî hatiye kuştin

Hat ragihandin ku Fermandarê Heşdî Şebî û Emîndarê Giştî yê Feyleq Wedî Sadqiyan Mihemed Temîmî di êrişa îro ya sibehê ya li Kerade ya Bexdayê hatiye kuştin.

1 deqe xwendin
Li Bexdayê fermandarê Heşdî Şebî hatiye kuştin

Medyaya Iraqê ragihand ku Fermandarê Heşdî Şebî û Emîndarê Giştî yê Feyleq Wedî Sadqiyan Mihemed Temîmî di êrişa îro ya sibehê ya li Kerade ya Bexdayê hatiye kuştin.

Feyleq Wedî Sadiq yek ji ketîbeyên komên ser bi Muqaweme ya Iraqê û Temîmî tim daxuyaniyên tund li dijî Hikûmeta Iraqê dida û di daxuyaniya xwe ya herî dawî de jî rexne li Hikûmeta Iraqê kiribû ku nikare hêzên Amerîka yên li Iraqê û taybet li Hewlêrê derbixin.