Donald Trump metna lihevkirina bi Îranê re îmze kir
Donald Trump protokola lihevkirinê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene.

Protokola lihevkirinê ya di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn li Fransayê hate îmzekirin. Merasîma îmzekirinê li Qesra Versaillesê bi malovaniya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêk hat û Trump îmzekirina peymanê ji çapemeniyê re piştrast kir.
Di dîmenan de ku ji aliyê Qesra Spî ve hatin weşandin, tê dîtin ku Trump li gel Macron peymanê îmze dike û piştre herdu lîder peymanê pîroz dikin.
Macron li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Peyman rê li ber aştiyeke mayinde vedike û dike ku Tengava Hurmuzê jinûve bê vekirin.” Macron her wiha diyar kir ku peyman wê tevkariyê li kêmbûna buhayê enerjiyê bike.
Li gorî protokola ku ji aliyê Washington û Tehranê ve ji raya giştî re hate eşkerekirin, DYA, Îran û hevalbendên wan wê li hemû eniyan, Lubnan jî di nav de operasyonên leşkerî tavilê bi rengekî mayinde bisekinînin. Aliyan soz dan hev ku li hemberî hev şer nedin destpêkirin, hêzê bi kar nînin û gefê li hev nexwin.
Peymana dawî wê di nava 60 rojî de bê îmzekirin
Di çarçoveya mutabaqatê de wê Îran û DYA herî dereng di nava 60 rojî de danûstandinan bikin ku peymaneke dawî amade bikin. Hate ragihandin ku ev dem bi biryara hevpar a aliyan dikare bê dirêjkirin.
Tengava Hurmuzê wê ji nû ve bê vekirin
Yek ji xalên herî balkêş ê peymanê jî vekirina Tengava Hurmuzê ji trafîka keştiyên bazirganiyê ye. Îranê qebûl kir ku derbasbûna bazirganiyê ya ji Tengava Basra û Derya Ûmmanê bi ewle pêk were. Hate ragihandin ku trafîka keştiyan wê tavilê destpê bike û piştî karê paqijkirina tengavê ji mayinan wê trafîka keştiyan di nava 30 rojî de bi temamî asayî bibe.
DYA wê dorpêça deryayî rake
DYA xwe amade dike ku dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê tavilê sivik bike ku 13ê Nîsanê xistibû meriyetê û di nava 30 rojî de jî bi temamî rake. Washingtonê her wiha soz da ku piştî peymana awî di nava 30 rojî de hêzên xwe yên leşkerî yên li derdora Îranê vekişîne.
Ji bo jinûve avakirinê pakêta ji 300 milyar dolarî pêk tê dê bidin Îranê
Li gorî protoklê, DYA û hevalbendên wê yên herêmî ji bo jinûve avakirina Îranê û rakirina aboriya wê, bernameyeke piştevaniyê û razemeniyê ya ji 300 milyar dolarî wê amade bikin.
Ambargo û pêkanîn wê bên rakirin
Di çarçoveya peymana dawî de DYAyê qebûl kir ku pêkanînên yekalî û navneteweyî yên li ser Îranê rake. Her wiha piştî ku ev pêvajo qediya wê destûr bê dayin ku hebûna malî ya Îranê ya hate cemidandin, serbest bê berdan ku Îran karibe bi kar bîne.
Di bernameya nukleerî de rewşa heyî wê bê parastin
Îranê soza xwe nû kir ku çeka nukleerî çêneke. Paşeroja stokên ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê Îranê jî wê di bin çavdêriya Ajansa Enerniya Atomê ya Navneteweyî de bi mekanîzmayekê bê çareserkirin. Heta peymana dawî wê bernameya nukleerî ya heyî ya Îranê neguhere, DYA wê pêkanînên nû ferz neke û hêzên nû yên leşkerî neşîne herêmê.


