Li Amed û Îzmîrê Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn
MEBYA-DERa Amedê, Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78an a Amedê û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta cangoriyên meha Gulanê li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bernameyeke bîranînê li dar xistin. Li eywana ku bîranîn lê çêbû, wêneyên pêşeng û cangoriyên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê sînevîzyoneke ku behsa berxwedana şehîdên meha Gulanê dikir hat nîşandan. Sînevîzyon bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî sînevîzyonê, helbesta bi navê “Ez Mirov Bûm” a ku ji aliyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan ve ji bo Heqî Karer hatibû nivîsandin, hat xwendin.
‘Wan berxwedaneke mezin raber kir’
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir ku ew ê li ser şopa kesên ku ji bo avakirina jiyaneke birûmet li ber xwe didin, têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin.
Hevserokê Komeleya 78an Ahmet Candan ê ku dema Çaran çalakî pêk anîbû li Qawişa 33yan a Hejmara 5an a Zindana Amedê dihate ragirtin, bal kişand ser sepanên hov û dij-mirovî yên li zindanê û destnîşan kir ku kesên jiyana bêrûmet qebûl nekirin, berxwedaneke dîrokî û mezin raber kirin. Rêveberê Komleya 78an Huseyîn Bariş ê ku di dema çalakiyê de di qawişa 32yan a li hemberî wan de bû jî diyar kir ku berxwedana wê rojê rêya îro ronî dike û bang kir ku divê xwedî li bîranînên wan were derketin.
‘Malbatên şehîdan dê bibin pêşengên rêxistinbûna komunê’
Hevseroka MEBYA-DERê Gûrbet Sevîktek jî bal kişand ser girîngiya meha Gulanê û wiha axivî: “Piştî şehadeta Heqî Karer, armanc ew bû ku deng bigihe milyonan. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama vê berxwedana 50 salan e. Ev serkeftin a şehîdan e; şerê hebûnê bi ser ketiye. Aştî, destkeftiya şehîdan e. Şehîdên me di avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de rê nîşanî me dan. Em ê li ser vê rêyê têbikoşin û xwedî li bîranînên wan derkevin. Di serdema nû de malbatên şehîdan dê bibin pêşengên rêxistinbûna komunê. Em soza xwe ya avakirina jiyana azad dubare dikin.”
‘Serok ji bo dilsoziya şehîdan dixebite’
Veysel Avci yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû jî wiha got: “Di bajarekî de ku 2 milyon mirov lê dijîn de ku ev salon tejî nabe, ev kêmasiyeke mezin e. Divê nêzîkatiyeke xwerexneyî hebe. Şehîdên me ji bo civakeke azad û demokratîk li ber xwe dan. Dilsoziya bi şehîdan re di berxwedanê re derbas dibe. Divê mirov vê yekê raber bike. Li dijî nêzîkatiyên tasfiyekar, divê em berxwedana xwe nîşan bidin. Em xwedî li pêvajoya aşitiyê derkevin û wê bigihînin serkeftinê. Berî her tiştî divê em ji ziman û nêzîkatiyên negatîf dûr bikevin. Rêber Apo, ji ber dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, heta mafê xwe yê hewadariyê yê saetekê jî bi kar naîne û dixebite. Divê em bi vê zanebûnê têkoşînê bimeşînin û berxwedana hevpar a gelan ava bikin.”
Bername bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Li Îzmirê di pêşengiya MEBYADER-EGEyê de ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku rûmeta îro bi saya têkoşîna kesên ji bo aştî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye û wiha hat gotin: “Ji bo fêmkirina şehîdan, divê mirov li ser şopa wan bisekine, bikeve tevgerê û xwe birêxistin bike.”
Li Îzmirê, li Avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê di pêşengiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya EGEyê (MEBYADER-EGE) ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî bernameya bîranînê bûn. Di dema bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Sedan leheng bûn mertalên zindî’
Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka MEBYADER-EGEyê Bedîha Guzelyuz xêrhatina beşdaran kir, bal kişand ser wate û girîngiya rojê.
Piştre Hevserokê MEBYADER-EGEyê Mîkaîl Atan axivî û got: “Tevgerê meha Gulanê wekî ‘meha şehîdan’ ragihandiye. Di meha Gulanê de bi sedan leheng wekî helwestek li dijî mêtingeriyê bedena xwe ji gelê xwe re kirin mertal û di vê oxirê de canê xwe dan. Em bi saya pêşengên vê tevgerê îro li hemû cîhanê tên naskirin û zanîn. Tevgera Azadiya Kurd îro di serdema xwe ya herî bi heybet a dîrokê de ye. Em di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêz û hurmeta xwe pêşkêşî hemû lehengên Tevgera Azadiya Kurd dikin û hestên xwe yên minetdariyê ji wan re diyar dikin.”
‘Pêwîst e mirov şehîdan fêm bike’
Piştî axaftina Mîkaîl Atan, sînevîzyona li ser têkoşîn û çîrokên kesên jiyana xwe di meha Gulanê de ji dest dane hatiye amadekirin hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevizyonê, Gursel Karaarslan ê 30 salan maye di hefsê de axivî û got: “Divê mirov şehîdan baş fêm bike. Ji bo fêmkirinê jî divê mirov bikeve nav tevgerê. Em çiqas xwe birêxstin bikin, em ê ewqasî ji şehîdan baş fêm bikin. Ya herî giring jî divê mirov şêwazên şehadetê jî fêm bike û bizanibe. Heke em wan nezanibin, em nikarin fêm bikin. Divê em têbigihijin ku em çawa gihîştine van rojan, bi çi rengî hatin û bi çi trajedî û dramayan re rû bi rû ne. Divê mirov hevalê Cuma Tak baş fêm bike. Bi heman rengî şêwazê mirina hevalê Hekî Karer jî wisa ye. Ev mirin ne mirinên mirovên ji rêzê ne ku xwe feda kirine. Heke em wisa fêm nekin, em ê wateya wê kêm bikin.”
Bernameya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.


