Dewleta Îranê 6500 kes binçav kirine

Rejîma Îranê piştî şerê di navbera wê û Amerîka-Îsraîê de zêdetirî 6 hezar û 500 kes binçav kirin.

1 deqe xwendin
Dewleta Îranê 6500 kes binçav kirine

Rayedarên Rejîma Îranê ragihand ji dema despêkirina şer heta niha zêdetirî 6 hezar û 500 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi tometên cûda yên siyasî hatine binçavkirin. Her wiha pêla girtinê ya beşdarvanên xwepêşandana dawî jî dewam dikin.

Fermandarê Giştî yê Polîsên Îranê Ehmed Reza Radan di daxuyaniyek ji bo ajansa Tesnîm ya Îranê re diyarkir ku ji dema despêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ta niha zêdetirî 6 hezar û 500 kes bi tometên cûda hatine binçavkirin. Rayedaran diyar kirin ku ji wana 567 kes rûbirûyê tometên gelek giran bûne ku piraniya caran cezayên wan tometan darvekirinin. Rayedaran da zanîn ku pêvajoya girtina kesên tevlî xwepêşandanên dema dawî jî bûne, berdewam dike.

Li aliyê din rêxistinên mafên mirovan diyar dikin rejîma Îranê bi rêya karanîna têgihên giştî û giran yên wek sîxuriyê ya ji sedan girtiyên ku îfadeyên wan dibin zext û êşkenceyê de tên girtin, fikar zêdetir dibin.

Girtinên berdewam ya kesên tevlî xwepêşandanan bûne, nîşan dide ku desthilata rejîma Îranê qeyrana şerê derve wek firsendek ji bo yekalîkirin û bêdengkirina dengên nerazî bikartîne.