Li Agiriyê dema ‘gamêşqiran’ê ye
Li Agiriyê, seqema "gamêşqiran"ê ku mirina 40 gamêşan temsîl dike, dest pê kir. Cewahîr Ozdemîr der barê vê mijarê de got: "Ev çîrok, tecrûbeya jiyanê ya gelê me ye."

Li bajarên herêma Serhedê neîstîqrariya hewayê berdewam dike. Her çend li hinek deveran germahî zêde bibe jî, bi giştî hewa carinan sar û carinan germ dibe. Li Agiriyê jî niha seqema "gamêşqiranê"ê dest pê kiriye.
Çîroka gamêşqiranê
"Gamêşqiran" ku tê wateya "gamêşan dikuje", ji bo sermaya giran a ku di demeke diyarkirî ya biharê de ji nişka ve dest pê dike, tê gotin. Li gorî rîwayetê, berê jinekê (li gorî hin vegotinan zilamekî) 40 gamêşên wê hebûne. Di meha Nîsanê de alifên sewalan diqede.
Jin li gora tavê û hewaya germ bawer dike û sewalên xwe ji bo çêrê dibe mêrgê. Lê di wê navberê de esman tarî dibe, berf û bahoz radibe. Ji ber bahoz û sermayê her 40 gamêş li wir dimirin.
Li gorî hinek kesan ev bûyer di 16’ê Nîsanê de, li gorî hinekên din jî di 20’ê Nîsanê de dest pê dike. Ev dem hefteyekê yan jî 15 rojan berdewam dike. Piştî vê bûyerê, ev dem wekî "gamêşqiran" tê binavkirin.
Meha hesabê: Nîsan
Cevahîr Ozdemîr a 76 salî ku li gundê Aşqelê dijî, diyar kir ku "gamêşqiran" ji çîrokekê bêtşr, beşek ji çanda Kurdî ye û ev tişt got: "Ev çîrok tecrûbeya man û nemanê ya gelê me ye."
Cevahîr Ozdemîrê anî ziman ku meha Nîsanê di heman demê de "meha hesabê" ye û plansaziya xwarina her zindewarî, ji sewalan heta mirovan, li gorî vê mehê tê kirin. Cevahîr Ozdemîrê destnîşan kir ku zivistanên berê her yek jê têkoşîna jiyanê bû û wiha pê de çû: "Me plansaziya xwe her tim li gorî zivistana herî xerab dikir. Me kulînên malê bi toraq, patat û pîvazan tije dikir û li benda biharê diman."
Cevahîr Ozdemîrê got ku ew dem, demên ku gundiyan her tiştê xwe bi xwe peyda dikirin û piştevaniya civakî di asta herî jidil de bû û avhewa êdî ne wekî berê ye û wiha pê de çû: "Zivistanên niha pir sivik derbas dibin, avhewa guherî. Berê em li dora tendûrê kom dibûn û me jiyan bi çîrokan ji zarokan re vedigot. Me şev û zivistana xwe bi wê germahiyê derbas dikir."
Cevahîr Ozdemîr anî ziman ku piştî "gamêşqiran"ê, dema "sitêser" dest pê dike û ev dem wekî "berxwedana dawî ya xwezayê" pênase kir û got ku di vê demê de jî germahî ji nişka ve dadikeve. Cevahîr Ozdemîrê got ku piştî "sitêser"ê li herêma Serhedê bihar bi rastî dest pê dike.


