Leşker dixwazin gundan vala bikin

Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku li Enqereyê pêvajo cuda, li Colemêrgê pêvajo cuda ye û got: “Gundên sînor 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Leşker dixwazin gundên sînor vala bikin. Dîsa hişmendiya salên 1990î li vir dubare dibe.”

1 deqe xwendin
Leşker dixwazin gundan vala bikin

Leşkeran li nokteya lêpirsîna nasnameyê, ketina welatiyan a gundên Elê, Pageng, Kamber û Kavlegundê yên Geverê qedexe kir. Welatiyên ku ne ji van gundan bin, nikarin têkevin gundên xwe. Di rojên dawî de, têketin û derketina welatiyan bi temamî hatiye astengkirin. Gundiyan li hemberî vê binpêkirina mafan, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê dan. Di salên 1990î de ev gund hatibûn valakirin û şewitandin. Piştre 2004an bi biryarnameya Serokkomariyê vegera gundan pêk hatibû. Lê di van salên dawî de, bi taybetî li van gundên li ser sînorê Îranê, polîtîkayên ewlehiyê û zexteke giran têkirin. Niha dîsa dixwazin gundan vala bikin. Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê qexeya ketina gundan nirxandin kir. 

Dema diçûn gundê xwe diketin lêpirsînê 

Sibel Çapraz anî ziman ku qedexeya li ser gundan çîrokeke nû nîne û wiha got: “Di salên 2015an de li tevahiyên sînorê colemêrgê cihê ku mirov lê dijîn ev zor û zahmetî hebû. 2 malbat hatin serî li komeleyê dan. Ji herêma Bayîyan hatin. Ev herêm li ser sînorê Îranê ye. Nêzî çem e. Li vê herêmê çar gund hene. Gundê Êlê, Pageng, Qember û Kalegund e. Di ketina van gundan de çend sal berê nokteya leşkeran a lêpirsîna nasnameyan hebû. Kesên diçûn gundê xwe di lêpirsîna nasnameyê re derbas dibûn û piştre dikaribûn biçin gund. Lê kesên biyanî dema diçûn gund nekarîbûn biçin gund. Tenê kesên qeyda wan li gund hebûn dikaribûn biçin.”  

‘Hûn nikarin derbasî gund bibin’ 

Sibel Çapraz da zanîn ku sala borî ji bo vê mijarê lêkolîn bikin serlêdan kirin û wiha axivî: “Me komîsyonek ava kir û me xwest em biçin gundên herêmê. Em 6-7 endamên komîsyonê dema çûn gundên herêmê, em li nokteya leşkeriyê ya lêgerînê hatin rawestandin. Gotin ‘Hûn nikarin derbasî gund bibin. Hûn ne welatiyên gund in’ û em asteng kirin. Me nasname nîşanî wan da û me destnîşan kir ku li gorî qanûnan tu astengî tune. Lê dîsa bi awayekî hişk em asteng kirin û nehiştin. Em vegeriyan û hemû çavdêriyên xwe me kir rapor. Ji sînorê Geverê heta sînorê Şemzînanê me gelek gund ziyaret kirin û me çavdêriyên xwe kirin rapor. Gelek gundî serî li komeleyê didin. Bi taybetî gundiyên li ser sînor serî li komelê didin. Bi taybetî jin nikarin karên xwe yên malê û derve pêk bînin. Welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi rêk û pêk bînin. Zarok nikakin bi hêsanî biçin dibistanê. Deriyên sînor hatine girtin. Welatî nikarin biçin başûr û nikarin bazirganiyê bikin.” 

Ku ji destê gundiyan bê… 

Sîbel Çapraz, destnişan kir ku eger ji destê gundiyan bê dê hemû gundî serlêdan bikin û wiha dirêj kir: “Lê li ser navê gundiyan çend kes tên serî li me didin. Ji gundên Şemzînanê bigire heta gundên Geverê heta niha li ser navê 5-6 gundan serlêdan kirine. Ji xeynî serlêdanên fermî bi devkî jî serî li me didin.”  

Sibel Çapraz bal kişand ser qedexeyên di vê pêvajoyê de û wiha berdewam kir: “Gundiyên ku hatin serî li komeleyê dan, diyar kirin ku ji rayedaran re gotine ‘Pêvajoyeke heye. Çûn çima astengiyê ji mere derdixin? Derdorê gund hemû kamera ne. Hûn me dibînin. Çima hûn astengiyan derdixin?’ Gundiyan diyar kirin ku rayedaran gotine ‘Têkiliya me û pêvajoyê bi hev tune ye. Em li dijî pêvajoyê ne’.” 

Pêvajoya 2013an ji bo wan mînak e 

Sîbel Çapraz pêvajoya 2013an jî bibîr xist û wiha axivî: “Di sala 2013an de jî pêvajoya aştiyê hebû. Ew jî ji bo me bû mînak û ev jî ji mere dibe mînak. Em dibînin ku pêvajoya li Enqereyê tê axaftin, pratîka wê li Colemêrgê nîne. Ez dibim şahidê du pêvajoyan. Di van herdu pêvajoyan de jî pratîk li Colemêrgê nakeve meriyetê. Polîtîkayên wan ên ewlehiyê her tim li ser gelê Colemêrgê bi awayekî req-hişk didome.” 

Li deşta Geverê Qalekol ava kirine 

Sibel Çapraz, da zanîn ku dema li Enqereyê pêvajoyek hebe û qala aştiyê bikin û li aliyê din li bajarên herêmê qaleqol û qereqol bên avakirin ev nakokî û binpêkirina zagonan e û wiha pêde çû: “Gever deşt e. Lê qaleqolên li vir hatine avakirin ji qalekolên sînoran bêtir hatine avakirin.” 

Li her derê kamera bi cih kirine 

Sîbel Çapraz, bilêv kir ku li herêmên nêzî sînorê başûr zagon tune û wiha lê zêde kir: “Colemêrg ji gelek bajaran cuda ye. Du derî li Colemêrgê hene. Yek derbasî Rojhilat dibe, yek jî derbasî Başûr dibe. Dewlet her tim qala ewlehiyê dike. Dibêje em ewlehiyê digirin. Lê ewlehiya çi digire? Di navbera bakur û rojhilat de çemek heye. Herdu aliyên çem jî xizmên hev û gundiyên hev in. Çem kirine sînor û çiran ji hev qut kirine. Gundî û xizm ji hev qut kirine û derbasbûna çem li welatiyan qedexe dikin. Hemû derfetên dewletê li vir kom kirine. Li ser van sînoran Qalekol ava kirine û li hemû derê kamera bicih kirine. Jiyana kurdan a rojane û asayî ji bo xwe kirine mijara ewlehiyê.”

Jinên gundên li sînor di malê de asê kirine 

Sîbel Çapraz, bal kişand ser şopandina gund û gundiyan a bi kamerayan jî û wiha got: “Şopandina bi kamerayan binpêkirina mafên mirovan. Binpêkirina mafê jiyanê ye. Eger cihê jiyana min 24 saetan bê şopandin, binpêkirina mafên mirovan e. Bi taybetî jin di vê serdemê de pir di zordariyê de ye. Jin nikarin derkevin derve çilên xwe li ser ristê raxin. Jin di malan de asêkirine.” 

Sîbel Çapraz, li ser hewldanên li dijî van binpêkirinên mafan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dewleta tirkan beriya 2015an ji DMMEyê re got ‘Ez mafên mirovan wekî te nafikirm û wekî xwe bikar bînim. Îhlalên herî mezin di van 10-11 salan de pêk hatine. Em wekî mafên mirovan li dijî van neheqiyan radiwestin. Em li dijî van binpêkirinan serlêdan dikin û li ber xwe didin. Lê yê li hemberî me çav û guhê xwe girtiye. Em di rewşeke wisa li ber xwe didin û têdikoşin. Tişta ku em dikin em van hemû binpêkirina mafan dikin rapor û serî li rayedarên eleqeder didin. Xebata li vê herêmê pir pir zahmet e. Em van raporan ji xeynî wezareta dadê û meclisê, serî li DMME û YE û parazvanên mafên mirovan ên gerdunî jî didin.”  

Salên 90î dubare dibe

Sîbel Çapraz herî dawî wiha bi dawî kir: “Niha ast hatiye merhaleyêku dixwazin gundan vala bikin. Ji gundiyan dixwazin ku gundên xwe û cihên xwe vala bikin. Polîtîkayên salên 1990î dubare dibe. Di sala 1994an de bi qanûnan gund valakirin. Di sala 2004an de dîsa bi qanûnan got ‘Hûn dikarin li gundê xwe vegerin’ Bi qanûnan li gundên xwe vegeriyan. Gund ava kirin. Niha dîsa bertek nîşan dide. Ev pirsgirêk me hemûyan e. Divê e hemû li dijî van polîtîkayên koçbriyê dengê xwe bilind bikin.”