Dayikên Aştiyê serdana 6 partiyan kir
Heyeta ku ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê pêk tê, di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Dayikan di nava rojê de Wezîrê Dadê û 6 partiyên siyasî ziyaret kir.

Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana 6 partiyên siyasî kir. Heyeta ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê, bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana 6 partiyên siyasî kirin. Heyeta Dayikên Aştiyê herî dawî bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Hevdîtin nêzî seatekê dom kir. Dayikan laçika spî diyarî Tuncer Bakirhan kirin.
Heyeta Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di nava rojê de bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
Dayikên Aştiyê beriya wê li Meclîsê serdana Koma AKPê, Partiya Gelecekê, CHP, Saadet, Partiya DEVA re hevdîtin kirin.


